Ji bona azadî û serxwebûna miletên dagirkirî, partî têne damezarandin da ku bi serpereştiya wan tekoşîna wî gelî bi dayîn, heta ku ew gel bighêje azadiya xwe. Helbet di nava tekoşîneke dûr û dirêj de, şaşî, kêmanî, dilmayîn çê dibe. Ev tiştekî xwe zayî ye.
Dema mirov di tekoşîna gelê xwe de bi sernakeve û ji hev bela dibe, qels û lawaz dikeve, dilê mirov jî ji hevdu dimîne. Ev rewş li bakurê Kurdistanê piştî darbeya leşkekerî ya sala 1980ê hate serê me welatparêzên wê demê.
Me hemiyan weke partî û tevgerên bakurê kurdistanê bi hevre wenda kirin. Lê em li hev rûneniştin, kêmanî û şaşiyên xwe ji hevre negotin ku em di tekoşîneke din de bikaribin bi serkevin. Loma her kes di halê xwe de man û di psîkolojiya wendabûnê de, piranî bi karên şexsî re mijûl bûn. Hinan destên xwe ji siyaseta hêzbayetiyê kişandin, hinan kar kirin da ku tiştekî bi ser tiştekî bixin, lê ew jî nebû.
Êdî piraniya me bûne kal, xwedî nebî û bêtir vê tesîr kir ku mirov êdî nekeve nava karê siyaseta rêxistiniyê. Ji ber ku karê siyasetê tiştekî weha ye ku tu ket nav divê tu erkê wê jî bîne cih. Siyaseteke ji dil, li ser xeta neteweyî dikare ji nûde morala mirovan bîne cih. Bêdengî û sarbûna kes û kesayetan rake. Îro ev şans li bakurê Kurdistanê heye û xurt e.
Ez di wê baweriyê de me ku îro bi awayekî gelîrî pêwîstiya Kurd û Kurdistaniyan ji yekdengiya gelê kurd heye. Ev yek dengî, him wê ji perçê azad re bibe alîkar û piştgirî û him jî wê bibe sedema ku hinên li malê xwe rûniştine û di dilê wan de tim kar û xebat heye, rake ser nigan.
Ji bona vê jî divê êdî hemî endam û alîgirên PDKT ji nû de bi ruhiyet û baweriya sala 1965an li xwe vegerin, kêmanî û şaşiyên xwe dinîn holê, ji bona dilmayînê ji hev lêborînê bixwazin û destbi karê xwe yê ji nû de rêxistiniyê bike. Divê neyê ji bîr kirin ku PDK şanseke mezin e ku li bakurê kurdistanê xwe ji nû de li gel hemî endam û alîgirên xwe yên ji 1965 û heta niha hene, bike yek ango ji nûde bêne ba hev. Loma divê xeta PDK li bakurê kurdistanê hebe. Ji ber ku ew xeteke neteweyî û pîroz e. Tunebûna xeta PDK û rêbaza Barzaniyê nemir li bakurê Kurdistanê dê kêmaniyeke mezin be. Rakirina vê kêmaniyê li bakurê Kurdistanê PDK li gel endamên xwe dikare rake. Loma tenê xweşbînî û bi baweriya rêbazê ev dikare pêk bê.
Îro ji her demê bêtir li ser her endam û alîkarê PDK ferze ku xeta rêbazê li bakurê kurdistanê xurt bikin. Çi dema ew xet hate xurtkirin û li gor wê destbi xebatê hate kirin, ez bawerim wê tu astengiya kar çê nebe. Herweha ev ê bibe hêvî û moraleke nû, ji bona hemî alîgir û endamên vê partiya delal ku niha bi karê rêxistiniyê ve mijûl nabin. Bi serketineke weha de ev ê bibe hêz û qaweteke ku destkeftiyên başûrê kurdistanê bê parastin û fikra rêbazê di nava kurdên bakurê Kurdistanê de bi firehî bê belavkirin.
Heger xeta neteweyî û rêbaza Barzaniyê nemir li bakurê kurdistanê xurt bibe wê ewqasî başûrê kurdistanê rehet tevbigere. Li bakurê kurdistanê çiqasî hêza PDKT an bakur xurt bibe, wê dijminên me jî ewqasî hesabê xwe û başûr bikin. Wê hesabên xwe bikin ku tim weke ew dixwezin nikaribin êrîşên xwe yên ne mirovane, weha rehet bidomînin. Heta ku xeta neteweyî û rêbaza Barzaniyê nemir li bakurê kurdistanê xurt nebe wê tim tirs û xeter li ser başûrê kurdistanê hebe
Çi dema mirov bû xwedî hêz û qawet aha wê demê dijminê te jî dê hesabê te bike. Loma ez gazî û hawara xwe dighêjînim hemî endamên PDKT yên ji sala 1965 û heta niha, hemî li hev vegerin, li gel hev rûnên, çend civîn û konferanseke berfireh pêk bînin ku hê şansa we heye.
Piştî li hevkirineke li ser xeta neteweyî li gor rêbazê dest bavêjin karê xwe û kongreya xwe jî pêk bînin. Bi komîteyeke nû, çalak ku bêtir ji ciwanan pêk bê dive dest bi kar bê kirin. Em çiqasî ji hev belawelabin, em ê ewqasî wenda dikin. Ez di wê baweriyê de me ku bi pêkhatineke weha de, wê ciwanên me jî bikevin nava kar û xebata PDKyiyan li bakurê Kurdistanê..
Hêzbûn cesareta xebatê dide, hêzbûn eşqa tekoşîne dide ku mirov bi dilekî xweş mil bi mil kar bike. Hêzbûn mirov dike xwedî gotin ku êdî dost û dijminê te jî dê hesabê te bike. Lê heta ku endam û alîgirênn PDKT an bakur weha ji hev belawela bin, wê di qada siyaseta bakurê kurdistanê de jî ne xwediyê xwe û tu tiştekî bin. Ji ber ku îro hêz û qawet diaxife…
Banga min ji hemî endamên berê û nû yên PDKT an bakur ew e ku divê hin destbavêjin karekî weha û di demeke ne zêde dûr de li gel hemî aliyên çi yên berê û çi yên nû li bakurê Kurdistanê xwe bighêjînin armanc û hedefekê da ku bikaribin ji nûde bi hevre kar bikin.
Pêşniyara min: Gava ewil ji her alîgirekî PDKiyan kesek bêne ba hev komîteyeke ji bona yekbûna hemî aliyan kar bikin, damezirînin, dûre koferanseke fireh pêk bînin û piştre jî bi kongreyeke giştî vê belavbûna rakin. Bawer bin ku hûnê bi hêza xwe ya xurt bikaribin pêşkêşiya eniya neteweyî jî li bakurê Kurdistanê bikin. Hê we bi temamî şansa xwe wendanekirine da ku armanc û daxwaza rêbazê ku yekîtiiya gel e, pêk bînin. Îro ji do bêtir ew şans heye heger hin gav bêne avêtin.
Gotina min ya talî ew e ku tu astengî û nakokiyên weha kûr tune ku hemî li gel hev yekitiya xwe ranegîhînin. Ev belavbûn him dibe sedema bê hêvîbûna kesên dilsozên welatê xwe û him jî dibe sedema bê hêzbûneke neteweyî li bakurê kurdistanê.
Ji hev belavbûna endamên PDKyiyan li bakurê Kurdistanê weke dilopên baranê ne, heger bêne ba hev wê bibin lehî da ku hemî bê moralî û bê hêzbûna li bakurê kurdistanê rakin.
De ka hûn ji bona vê bangê çi dibêjin???
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.