Hat lê gelekî bi xeter û har hat. Agirek pê xist hemî ter û hişkên kurdan ango hemî partî, komele û rêxistinên heyî şewitandin ango têk bir.
Bi wê şewatê û têkbirinê em kurdên bakurê Kurdistanê bê pî û bask hişt. Hê jî pî û baskên ne necebirîne. Loma em mane bê tevger, bê berxwedan û bê deng.
Lê hezar caran û milyon caran mixabin, di serî de rêxistinên me, zana û rêberên me, serok û endamên komîteyên rêvebirin me, heta niha jî li ser vê yekê nesekînine. Ne gotin, ´me di ku de şaşî û kêmanî kirine´.
Heta hinan xwestin wan bûyerên bi destê leşkran li Kurdistanê pêk hatibûn ji bîr bikin û kirin.Hin naxwazin qet behsa wê demê bi be. Ji ber vê ye tevger li bakurê kurdistanê mir ango kuştin.
Kuştin dibêjim, ji ber ku wan rêber,serok û endamên komîteyên rêveberên partiyên wê demê, dema mecal dîtin, xwestin dîsa bi rê û rêbazên berê partiyên xwe çalak bikin an hinên nû lê zêde bikin. Mixabin ev kirin û dîsa bi kadirên (Kadro) berê destpê kirin û hê jî ew bi xwe ne.
Destpê kirin, lê hê jî nehatiye fêmkirin bi rê û rêbazên berî 1980, bi kadirên (Kadro) wê demê ne partî çalak dibe û ne jî partiyên nû bi wan têne damezrandin. Bê damezrandinê jî dê nikaribin kar bikin. Niha rewş xuya ye.
Lê camêran li bakurê kurdistanê ev kirin, bê ku hin ji wan kêmanî û şaşiyên wê dema em têde jiyan, kar û barê partî û rêxistinê dikir, dest nîşan bikin.
Tu kesan partî û rêxistinan kêmaniyên xwe negotin, her weke bi serketibin dest bi pesindariyî kirin. Her yek ji wan weke dema berî 1980, li ser erda bakurê Kurdistanê konê xwe vegirtine û bê ku hay û baya wan ji tevgerên cîhanê û dagirkeran hebin, qaşo karê xwe dikin.
Hê jî nikarin bibînin û bizanibin ew hebûna li başûrê kurdistanê bi destê me kurdan de hatiye, ji bona têkbirina wê bê çawa dagirker û pêgirtên bi şev û rojan kar dikin da ku ew hebûn nemîne.
Dagirker dewlet in, helbet îmkanên wan ji yên me bêtir in. Ji bona têkbirina Kurdistanê dikarin, malê xwe bidin, keçên xwe bidin, namûsa xwe bidin û dikarin her xerabiyê bikin da ku Kurd nebin xwedî dewlet.
Dagirkerên me baş dizanin ku dewletbûna perçeyekî wê bibe wesîle ku parçên din jî azadiya xwe bi dest bixin. Loma ji bona têkbirina kurdan tim li gel hev û bi hevre kar dikin.
Di hebûna vî perçê azad de, dewletên mezin ê vê cîhanê, kurd cara dawî ceribandin û hêjî diceribînin, dixwazin bibînin bê hela kurd ji bona dewletek azad û serbixwe gavên bi hevre ji bona wê diavêjin ya NA.
Dibînin ku hê jî di nava kurdan de nakokî gelekî zêde ye. Dibînin ku tevgerên perçên din bê deng in. Loma fêm dikin ku kurd ne li hev in.
Ev dibe an dikare bibe sedem ku wan dewletên em perçekirin, her çiqasî dixwazin hebûneke me li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê ji ber sedemên min li jor got, êdî ew jî hêdî hêdî ji kurdan aciz dibin û bûne.
Bi aciziyên xwe û ne yekbûna kurdan dikare ji nûde de dagirkerên me xurt bikin da ku em ronahiyê nebînin û nebin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.
Em kurd hê fêr nebûne ku ev dînya ya berjewendiyan e. Dewletên mezin û xwedî desthilat ji bona berjewendiyên xwe dikarin her tiştekî bikin. Çawa Kurdistan kirin çar perçe niha jî heger em aqilê xwe nedin serê xwe, wê kurdan êdî nehêlin.
Ez gazî dikim, hêvî û rica ji hemî tevgerên bakurê kurdistanê, wanên dibêjin em kurd û Kurdistanî ne dikim ku zû ecele yekîtiyeke neteweyî pêk bînin. Ev daxwaza min ji bona perçên dinê ji derbas dibe.
Heger li perçin din tevgereke neteweyî çê nebe û başûrê Kurdistanê ne be dewleta kurdî ya serbixwe, dewletên mezin dikarin ji nû hin fêlbaziyan bikin da ku êdî kurd nemînin.Her şiqasî ev zor û zehmet jî be lê carna berjewendî dikare tiştên neaqilana jî bike.
Min nedîtiye, ne bihîstiye û ne xwendiye ku ji bilî kurdan tu neteweyên din bi destên xwe, xwe tune kirine, dikin ya jî wê bikin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.