Neteweyên Yekbûyî hişyariya parçebûnê da Şamê

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen hişyarî da hikûmeta Şamê û got, “Tundî metirsiya parçebûnê zêde dike”

29 Tîrmeh 2025 - 11:38
29 Tîrmeh 2025 - 11:38
 0
Neteweyên Yekbûyî hişyariya parçebûnê da Şamê

Geir Pedersen, di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser tundiya li Sûriyeyê  raporeke berfireh pêşkêş kir.

Endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî derbarê pêvajoya veguhêz a aştiyane hişyariyeke tund da birêvebiriya demkî ya Sûriyeyê û tekezî li ser hesabpirsînê kir.

“Tundiyê bawerî kêm kiriye”

Pedersen da zanîn ku tundiya li Sûriyeyê bawerî kêm kiriye û got:

“Tundiya meha borî ku çend kes hatin kuştin û birîndar bûn, bawerî kêm kiriye û metirsiya parçebûnê zêdetir kiriye.

Eşkere ye ku ji bo ewlehî û veguherîna siyasî pêwîstî bi sererastkirinên girîng heye.”

Pedersen destnîşan kir ku raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpêkirinên berfireh nîşan didin ku di nav de kuştinên kêfî, revandina jinan, wêrankirina milkên sivîlan û talankirina malan hene û endamên hêzên ewlehiyê jî di nav sûcdaran de ne.

"Revandina jinên Elewî û Durzî cihê dilgiraniyê ye"

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê bi taybetî fikarên xwe yên li ser revandina jinan anîn ziman û got:

"Ez dixwazim dilgiraniya xwe ya kûr a li ser raporên revandina jinên Durzî yên piştî ketina hêzên ewlehiyê li hinek deveran, diyar bikim.

Li gorî raporan, jin, zarok û mêr winda bûne. Destpêka îsal heman tişt dihat serê jinên Elewî û ev yek me dilgiran dike."

Pedersen di rapora xwe de behsa Rojavayê Kurdistanê jî kir û ragihand ku piştî bûyerên dawî bicihanîna peymana 10ê Adarê dijwartir bûye û him Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û him jî birêvebiriya Şamê ji bipêşneketinê aciz in.

Wî da zanîn ku ew hêvî dikin ji civîna hefteya bê ya li Parîsê encameke erênî derkeve û ew hewl didin ku heta dawiya îsal peyman bi temamî were bicihanîn.

Fransa: Em dê gotûbêjan hêsan bikin

Alîkarê Nûnerê Fransayê Jay Dharmadhikari jî bal kişand ser girîngiya peymanê û got:

"Ev tundî nîşan dide ku divê em ji bo pêkanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera birêvebiriya demkî û nûnerên Bakurrojhilatê Sûriyeyê de lezê bikin da ku yekîtiya Sûriyeyê bi awayekî aştiyane were misogerkirin.

Fransa dê ji bo hêsankirina têkiliyan çi ji destê wê bê bike. Em dê di demeke nêzîk de li Parîsê mazûvaniya gotûbêjên di navbera aliyan de bikin.”

Amerîka: Bê hesabpirsîn aştî çênabe

Endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî zelal tekezî li ser hesabpirsînê kir û wan got ku sûcdar girêdayî kîjan aliyî dibin bila bibin divê werin cezakirin.

Alîkara Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Dorothy Sheayê jî got:

"Birêz Serok, ji bo zelalkirinê, bêyî hesabpirsîn û edaletê li Sûriyeyê aştî û aramî pêk nayê.

Divê hikûmet li ser hemû raporên binpêkirinên li Siwêdayê lêkolînê bike û kesên tawanbar darizîne.

Em pêbendbûna Serok Şer a di vî warî de baş dibînin. Ev yekane rêya vegerandina baweriyê ya di navbera hikûmetê û hemû pêkhateyên Sûriyeyê de ye."

Di civînê de bi awayekî tund hat destnîşankirin ku pêvajo li gorî pîvanên navneteweyî nameşe.

Hem Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê û hem jî endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwazên xwe careke din ji birêvebiriya demkî re anîn zimên û wan hişyarî da ku eger birêvebiriya demkî erkên xwe bi cih neyîne, metirsiya parçebûna dewletê zêdetir dibe.

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:56