Di êrişa bi çekan de fermandarekî Îranê hat kuştin

Li navçeya Şîrabadê ya Zahidanê di êrişeke bi çekan de fermandarê baregeha Besîcê ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

29 Tîrmeh 2025 - 11:30
29 Tîrmeh 2025 - 11:30
 0
Di êrişa bi çekan de fermandarekî Îranê hat kuştin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê duh li navçeya Şîrabadê ya Zahidanê di êrişeke bi çekan pêk hat.

Di encama êrişê de fermandarê baregeha Besîcê ya Zahidanê Cewad Kerîmkuşte ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Cewad Kerîmkuşte li ber derê mizgeftekê di dema erkê xwe de hatiye kuştin.

Heta niha ti kes an alî berpirsyariya kuştina wî fermandarî li xwe negirtiye û ti kes jî bi vê tohmetê nehatiye desteserkirin.

26ê Tîrmeha 2025an hejmarek çekdar êrişî avahiya Desteya Dadweriyê ya parêzgeha Sîstan û Belûcistanê kiribû ku dikeve ser cadeya Azadî ya bajarê Zahidanê û di êrişê de 9 kes hatibûn kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûbûn.

Koma Sunî ya Ceyşul Edlê ku komeke çekdar a Belûcan e li Îranê û baregehên wê li Pakistanê ne, di daxuyaniyeke xwe ya li ser tora civakî ya Telegramê de berpirsyariya êrişa roja şemiyê li xwe girtibû.

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:08:53