Erdhejeke gelekî mezin Rûsya hejand: 8,8

Li Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû û pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştin peravê.

30 Tîrmeh 2025 - 11:04
30 Tîrmeh 2025 - 11:04
 0
Erdhejeke gelekî mezin Rûsya hejand: 8,8

Li Nîvgirava Kamçatkayê ya li rojhilatê Rûsyayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû.

Ji ber metirsiya tsunamiyê daxwaz ji xelkê hat kirin ku nêzîkî peravan nebin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, pêlên yekem ên tsunamiyê gihiştine peravên Kamçatka û Japonyayê.

Karkerên li Santrala Nukleer a Fukuşîmayê şandin malê.

Li Amerîkayê jî bi taybetî ji bo peravên Hawaiiyê fermana valakirinê hat dayîn.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej li xaleke nêzîkî ser rûyê avê çêbûye.

Pişt re yekser hişyariya tsunamiyê hatiye dayîn.

Sîstema Agahdariyê ya Tsunamiyê ya Amerîkayê ragihand ku piştî erdhejê bi 3 demjimêran eger heye li hinek peravên Rûsya û Japonyayê pêlên tsunamiyê yên metirsîdar çêbibin.

Piştî hişyariyê ji bo Giravên Guam û Mariana Bakur pergalên hişyariya şopandina tsunamiyê ketin kar.

Piştî demeke kurt pêlên nêzîka 4 metreyan gehiştin Nîvgirava Kamçatkayê.

Parêzgarê Herêmê yê Rûsyayê ragihand ku gelek birîndar hene.

Her wiha hatiye ragihandin ku pêşdibistanekê zerar dîtiye.

Li hêla din, bajarokê Severo-Kurilskê jî hat valakirin ku 2000 kes li dijîn.

Japonyayê hişyariyeke lezgîn da

Japonyayê ji ber erdhej û tsunamiyê hişyariyeke lezgîn da.

Hikûmetê ji bo xelkê li peravan fermana veguhastinê da.

Piştî hişyariyê, êdî xelk derket ser banên avahiyên bilind.

Santrala Nukleer a Fukuşîmayê hat valakirin ku di erdheja 11ê Adara 2011an a bi pileya 9,0 de zerer dîtibû.

Piştî erdheja sereke hinek erdhejê din jî çêbûn ku ya herî mezin 7, 0 pile bû.

Amerîka

Li Amerîkayê jî alarma tsunamiyê ket dewrê.

Ji bo eyaletên Kaliforniya, Oregon û Washingtonê hişyarî hat dayîn.

Ajansa Birêvebirina Rewşên Bilez a Federal a Amerîkayê, piştî erdheja ku li Okyanusa Pasîfîk çêbû, daxwaz kir ku herêmên li peravên Hawaiiyê yekser bên valakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya Truth Socialê got ku ji ber “erdhejeke mezin” a li Okyanûsa Pasîfîk, ji bo kesên li Hawaiiyê dijîn hişyariya tsunamiyê heye û biland:

“Ji bo Alaska û Perava Pasîfîkê ya Amerîkayê Çavdêriya Tsunamiyê heye. Japonya jî di rê de ye.”

Endonezya

Rayedarên Endonezyayê jî hişyariya tsunamiyê da û şîret li şêniyên nêzîkî peravê kirin ku biçin cihên bilind.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Dewletê Antarayê; Ajansa Avhewa, Klîmatolojî û Jeofîzîkê ya Endonezyayê diyar kiriye ku potansiyela erdhejê heye ku li gelek herêmên Endonezyayê tsunamiyê derxe û bilindahiya pêlan ji 0,5 metreyan kêmtir be.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:48