Piştî erdheja li Rûsyayê pêlên tsunamiyê gihiştin bajar û welatan
Li rojhilatê Rûsyayê li Nîvgirava Kamçatkayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû û pêlên ewil ên tsunamiyê gihiştin peravên Kamçatka û Japonyayê.

Li rojhilatê Rûsyayê li Nîvgirava Kamçatkayê erdhejeke bi hêza 8,8 pileyan çêbû û pêlên ewil ên tsunamiyê gihiştin peravên Kamçatka û Japonyayê.
Ji ber metirsiya tsunamiyê daxwaz ji xelkê hat kirin ku nêzîkî peravan nebin.
Karkerên li Santrala Nukleer a Fukuşîmayê şandin malê.
Ji sala 1952an û vir ve cara ewil e
Li gorî daxuyaniya Şaxa Kamçatkayê ya Servîsa Jeofîzîk a Akademiya Zanistî ya Rûsyayê, erdheja li Kamçatkayê saet li dora 3yê şevê bi dema Moskowê gihiştiye 8,8 pileyan û ev erdheja herî bihêz e ku ji sala 1952yan ve li herêmê çêbûye.
Bajarekî Rûsyayê di bin avê de ma
Wezareta Rewşên Bilez a Rûsyayê ragihand ku piştî erdheja li Kamçatkayê ji ber tsunamiyê beşek ji bajarê Severo-Kurilskê di bin avê de maye.
Xelk hat tehliyekirin
Navenda Şopandin û Pêşniyaran a Tsunamiyê ya Kamçatkayê ragihand ku pêlek nêzîkî giravên Paramuşîr û Şûmşuyê yên li Herêma Severo-Kurilskê dibe û got:
"Pêla tsunamiyê li hinek cihan bajarê bendergehê Severo-Kurilskê û kargeheke masîvaniyê ya bi navê Alaid di bin avê de hişt. Xelk hat tehliyekirin."
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku rewş di bin kontrolê de ye û hemû peywirdar xebatên xwe didomînin.
Li aliyê din, hat destnîşankirin ku rayedarên Herêma Sahalînê ji bo ji holê rakirina kavilên erdhejê yên li Severo-Kurilskê seferber bûne.
Pêlên tsunamiyê gihiştin Japonyayê
Pêlên ewil ên tsunamiyê gihiştin peravên Japonyayê jî.
Li Japonyayê hişyariya rewşa taybet hat dayîn. Hikûmetê ji bo xelkê li herêmên peravê fermana tehliyekirinê da.
Piştî hişyariyê xelk derket ser banên avahiyên bilind.
Karkerên Santrala Nukleerî ya Fukuşîmayê şandin malê.
Li benderên Hawaîyê qedexe hat danîn ku keştiyên bazirganiyê werin valakirin û hemû bender ji bo ketina keştiyên nû hatin girtin.
Di heman demê de li Japonyayê ki nêzîkî du milyon kesan hat xwestin ku herêmên xwe vala bikin.
Ji Tokyoyê heta Hawaîyê, ji Kalîforniyayê heta Zelandaya Nû ji ber metirsiya tsunamiyê hişyarî ji bi milyonan kesan re hat dayîn.
Her wiha tê payîn ku pêlên tsunamiyê demeke kurt bigihîjin peravên Hawaiiyê ya Amerîkayê.
Berê, li peravên bakurê Japonyayê pêleke tsunamiyê ya bi bilindahiya 40 santîmetreyî hatibû tesbîtkirin.
Rayedarên Kalîforniyayê yên Amerîkayê bang kirin ku ji peravê dûr bikevin.
Çîn, Fîlîpîn, Endonezya, Zelandaya Nû û heta Perû û Meksîkayê jî hişyariya tsunamiyê da.
Li gorî malperên şopandina geştê, hinek balafirên ku ber bi Hawaiyê ve diçûn, yan rêya xwe guherandin an jî vegeriyan cihên xwe yên rabûnê.
Li Girava Mauiyê ya Amerîkayê xelk direve cihên bilind
Felicia Johnsona ku li girava Mauiyê ya Amerîkayê dijî, diyar kir ku li peravê av pêşî vekişiyaye û paşê jî asta avê bi awayekî berçav bilind bûye.
Johnsona 47 salî got ku wê kelûpelên xwe li otomonîla xwe bar kiriye û xwe amade kiriye ku bi malbat û hevalên xwe re şevê li herêmên çiyayî derbas bike.
Nûvekirina herî dawî: 14:18:43