HSDyê daxwazên Barrack red kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), daxwaza Nûnerê Taybet a Amerîkayê Tom Barrack — ku HSD ji Reqa, Dêra Zor, Hesekê û Tebqa derkeve û çekan radestî hikûmeta Şamê bike — red kir.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack daxwaz kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Reqa, Dêra Zorê, Hesekê û Tebqayê vekişe û çekên xwe radest bike. Wî her weha daxwaz kir ku çavkaniyên xwezayî û deriyên sînor ên li van herêman radestî hikûmeta Şamê werin kirin.
Nûnerê HSDyê Sîhanûkk Dîbo ragihand ku wan ev daxwaz red kirine. Dîbo diyar kir ku niyeta HSDyê ya çekberdanê tune ye ji ber ku ew plan dikin ku gav bi gav tev li artêşa Sûriyeyê bibin.
Dîbo got, "Me bi Amerîkayê re tu nakokî tune. Her weha di navbera DYA û HSDyê de hevahengiyeke baş heye."
Her weha wî zêde kir ku HSD dê pêşwaziya hilbijartinên Meclîsa Gelê Sûriyeyê bike heger di navbera aliyan de lihevkirinek çêbibe.
Nûvekirina herî dawî: 05:03:59