Stenbol: Di çarçoveya lêpirsîna şaredariyê de 20 kesên din hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de 20 kesên din hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 25 kesan de biryara desteserkirinê da.
Li ser vê yekê li Stenbol, Antalya, Çanakkale, Trabzon, Bursa û Gîresunê operasyonên hevdem hatin kirin.
Di operasyonan de bi tohmeta “gendelîkirina di îhaleyan de” 20 kes hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku gumanbaran di îhaleyên Şîrketa Asfaltê ya Stenbolê (ÎSFALT) û Îdareya Giştî ya Xizmetên Elektrîk, Tramvay û Tunelê (ÎETT) de gendelî kiriye û ji bo desteserkirina 5 kesên din operasyon didome.
Piştî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an heta niha li hemberî 17 şaredariyên CHPyê bi tohmetên “gendelî û wergirtina bertîlê” operasyon hatine kirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de heta niha 17 şaredarên CHPyî hatine girtin.
Nûvekirina herî dawî: 05:13:43