Mezlûm Ebdî: Çi pêşniyarek bi min nehatiye dan ku bibim Serokê Sûriyeyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, "Erebistana Siûdî dikare di danûstandinên di navbera me û Şamê de roleke mezin bilîze." Herwesa got, “Çi pêşniyarek bi min nehatiye dan ku bibim Serokê Sûriyeyê.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di çavpêkeftineke rojnamevanî de got, "Em bi Hikûmeta Sûriyeyê re di têkiliyeke berdewam de ne." Tekez jî kir, “HSD bi Hikûmeta Sûriyeyê re ye ku bi hev re artêşekê çê bikin.”
Mezlûm Ebdî red jî kir ku, Tirkiyeyê di danûstandinên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê de çi rolek hebe. Herwesa got, “Erebistana Siûdî dikare di vî warî de roleke mezin bilîze, wekî ku di rakirina cezayên li ser Sûriyeyê de roleke girîng lîst.”
Navbirî hevdîtina xwe ya bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re wekî hevdîtineke baş wesifand û red kir ku, çi pêşniyarek ji bo wergirtina postê Serokatiya Sûriyeyê bi wî hatibe dan.
Fermandarê Hêzên Giştî yên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez jî kir, “Hêzên Kurdî bi HSDê re yekrêz û yekdeng in.” Amaje jî da ku, wan çi piştrastiyek nîne ku HSDê bê garantiyeke destûrî têkilî artêşa Sûriyeyê bikin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja 10ê Adarê peymanek ji bo hevgirtina dezgehên sivîl û leşkerî yên bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi Hikûmeta Sûriyeyê re îmze kir, wekî deriyên sînorî, balafirxane û zeviyên petrol û gazê.
Herwesa ew peyman yekparçeyîya axa Sûriyeyê tekez dike û parvekirina wê jî red dike. Ji dema îmzakirina wê ve gelek rûniştin ji bo danûstandinan hatine lidarxistin lê heta niha çi pêşkeftinek di vî warî de çê nebûye.
Nûvekirina herî dawî: 14:20:17