Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!

Heger ew berhemên bi zimanê tirkî ji aliyê kurdan ve têne nivîsandinê, dema bi zimanê biyaniyan bêne wergerandin, li wir tê nivîsandin; ”Me ev ji tirkî, erebî ya jî ji farisî wergerandiye filan zimanê.

Bube Eser

24.09.2019, Sal | 20:04

Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!
Nêrîn Belav bike

Nivîsandina her berhemeke bi zimanê tirkî ji teref rewşenbîr û nivîskarên kurdan ve bê nivîsandin ew her dibe xizmeteke ji bona wî zimanî.

Lê hêjî nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên me ev yeka fêm nekiribin, wê gavê divê mirov ji wan bipirse; gelo hûn ji bona kê dixwazin xizmetê bikin?

Kî/ê bixwaze ji kîjan zimanê re, ji kîjan miletê re xizmetê bikin, bi zimanê wan vê yekê dikin. Ew ked û xizmeta wan ya bi salan ji bona ku ew ne bi zimanê wan e, dibe ya wî zimanê ku ew pê dinivîsînin.

Çima vê dibêjim:

Heger ew berhemên bi zimanê tirkî ji aliyê kurdan ve têne nivîsandinê, dema bi zimanê biyaniyan bêne wergerandin, li wir tê nivîsandin; ”Me ev ji tirkî, erebî ya jî ji farisî wergerandiye filan zimanê.

Malwêranî û xerabiya mezin ku wan kesên bi zimanê xwe nanivîsînin ev e. Ew kar û xebatên wan, ew kedên wan ê bi salan dibe malê dagirkerên wan. Çima?

Dema kesên biyanî berhemekê dixwînin lê dinêrin ku bê ew, ji kîjan zimanê wergerandine zimanê wan, loma ew jî li gor zimanê wê berhemê fêr dibe an weha dizane ku ew berhem ya wî zimanî ye. Ango ya tirkan, ereban an farisan e.

Lê em niha bûna şahidê wê yekê ku êdî kurdî di warê nivîsandin û bi karanînê ne kêmî tu zimanan e. Ev zimanê ku li dinya di nava zimanên mezin di rêza niha de ye.

Lê mixabin hê jî hin hene dibêjin; ”Ez nikarim xwe bi kurdî îfade bikim”. Loma berhem, gotar, nivîs û axaftinên xwe bi zimanê dagirkeran dikin, dinivîsînin.

Bi nivîsandina wan berhemên bi zimanê biyaniyan jî reklama xwe dike, kêfxweşiya xwe li gel nas û dostên xwe belav bike. Civîn û çalakiyan jî li ser wê berhema bi tirkî dikin…

Mixabin kesên weha tênagihêjin an têdigihêjin lê bi zanetî weha dikin. Bi vê kirina xwe jî ango bi nivîsandin ya jî bi karanîna zimanê dagirkeran ew zimanê xwe dikuje û yên dagirkerên xwe xurt dike.

Dagirkerên me, me dikujin, welatê me wêran dikin, serok û rêberên me digirin û davêjin zîndanan. Zimanê me li me qedexe dikin. Me weke koleyên xwe dibînin. Lê hê jî hin kurd vê fêm nakin û daxwaza bratiyê li dagirkerên xwe dike Ha ha bi zimanê wan berhemên xwe diafirînin.

Yên vê jî dikin ew kesên bi helwesteke dê wê kurdistanê azad bike û ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe karên siyasî dikin ne.

Çi dema rêber. Siyasetmedar û rewşenbîrên xelkekî yên welatekî bi zimanê dagirkerên xwe karê xwe bikin, berhemên xwe bi wî zimanê binivîsînin, bi wî zimanî sîyasete bikin gelo wana wê bikaribin çiqasî ji gelê xwe re, ji zimanê xwe re xizmetê bikin?

Li gor min yên zimanê kurdî dikujin û naxwazin ew bi pêşve here siyasetmedar û rewşenbîrên ku bi zimanê xwe nanivîsînin. Dîsa li gor min ew kesana dijminê zimanê xwe ne. Lê em baş diznanin ku ziman hebûn e.

Çi dema zimanê te çû, tu jî dihare. Mînakên vê gelek in. Gelek ji împaratorîyên mezin ku zimanê wan neman ew bi xwe jî îro tune ne. Vê jî herkes ango bi taybetî siyasetmedar û rewşenbîr baş dizanin. Li gor vê zanînê jî hê nikarin dev ji zimanê dagirkerên xwe berdin.

Heger zimanê dagirkeran bi siyasetmedar û rewşenbîrên gelê kurd ve şêrin be. Ew siyasetmedarana dê nikaribin tekoşîna azadiya gelê xwe jî bi tirkî li hember tirkan bidin. Mesela me li bakurê kurdistanê ev e. Loma heta niha tu partiyên ji xwe re dibêjin; ez kurd û kurdistanî me bi serneketine û heta rewşa wan ev be dê bi ser jî nekevin.

Serketin ji xwe bawerî yê pêk tê. Serketin bi karanîna zimanê xwe ye. Serketin xwe ji dagirkerên xwe bi dûrxistin e. Serketina tekoşîna bi zimanê xwe ya li hember dagirkeran e. Wê roj bê ev ziman dê qezenc bike û bi serkev e.

Hezar caran mixabin îro ev li bakurê kurdistanê tu ne ye. Kesên zimanê xwe ji bîr kiribin, êdî dibin weke tirkekî. Ev rastiyeke û înkara wê zehmet e. Mînak li ber çavan e.

Kesên wek tirkekî tevbigerin wê nikaribin tekoşîna azadiya gelê xwe bidin. Ji ber ku axaftin û nivîsandina wî ya bi tirkî wî/ê nêzîkî tirkann dike ku êdî wijdanê wî/ê dest nade li hember xwediyê wî zimanê ew bi kar tîne tekoşîna azadiya gelê xwe bide.

Heger ne weha ba wê 40 milyon kurdên bakur heta niha xwe azad kiriba. Yên vî miletî azad nakin jî siyasetmedarên zimanê xwe bi kar naynin e û berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin e…

Karê me zor, barê me giran, bêhelwestiyên me zehmet e.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1024 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:44:32

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x