Partiyên hene tenê li dora xwe diharin û tên, bi nas û dostên xwe yên nêzîkî xwe re didin û distînin. Di Tv yên xwe de di kovar û rojnameyên xwe de tenê behsa wan dikin. Ji bona wan bernameyan amade dikin. Lê nikarin kesên din jî bibînin an naxwazin bibînin. Bi serde jî qaşo xwedî li hemî kurdan derdikevin.
Hay û baya wan ji kesên din hebe jî naxwazin behsa wan bê kirinê. Halê wan partiyên ku qaşo bi helwesta ku wê Kurdistanê azad bikin kar dikin, weha ne. Lê nikarin rewşenbîrekî, nivîskarekî , ozan û hunermendekî ne hevalê wan an dostê wan be bibînin.
Bibînin jî naxwazin behsa wan bê kirin Ji ber ku gelek ji van kesên min behsa wan kir, ji endamên partiyan zîrektir, çalaktir û berhemdartir in Loma partiyên me naxwazin behsa wan bê kirinê. Ji ber ku ew bi tenê ji bona xwe ne…
Ya din jî dema berhemeke bi zimanê tirkî ji aliyê kurdekî de derdikeve, hemî malpar, partî û tv yên li ser tora internetê bi dû wan baz didin da ku bikin mêvanê xwe.
Li ser kurdên bi tirkî berhemên xwe diafirînin bi dehan bernameyan bo wan amade dikin. Wan derdixin pêş û bi vê yekê jî dibin alîgirê kesên bi tirkî berhemên xwe dinivîsînin. Yanî dibêjin; ´Kurdno hûn jî bi tirkî binivîsînin`.
Lê nivîskarên kurd û bi kurdî berhemên xwe diafirînin van partî, malper û tv yên hene qet naxwazin behsa wan bikin. Naxwazin li ser berhemên wan rawestin, naxwazin berhemên kurdî zêde bi pêşkevin. Heger bixwestana wê hinekî cih, di Tv û rojnameyên xwe de bida wan jî…
Dema hal û helwesta partiyên me yên ji xwe re dibêjin em Kurd û Kurdistanîne weha be, gelo yê kesên din dê çawa be? Dema rêberê te, partiyên te, tirkî li ser kurdî re girt û berhemên tirkî kirin mijarên xwe, ma yên din wê bikaribin çi bikin.
Sedema vê jî naxwazin yên çalak, jêhatî û kêrhatî ku ne endamên wan in, behsa wan bikin, dema bikin wê ji bona wan û endamên wan bibe kêmanî.
Aha vana wê kurdistanê bi 100-200 endamên xwe azad bikin, loma kesên din jî ji bîr dikin.
Gelo partiyên me qet carekê li xwe hay bûne û fikirîne ku çima endamên wan, ji wan vediqetin û çima kesên jêhatî, kêrhatî û rewşenbîr nabin endamên wan???
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.