Kurd û Îsraîl

Kurdan ji ber nezaniya xwe dewr û demakê ew kirin ango hin kurdan dijminatiya Îsaîlê dikirin. Di gelek waran de bûne dijminê Îsraîla ku dixwaze kurdistan azad çê bibe. Di wê dem û dewrê de hin kurdên sosyalîstên xwe nezan, li gel Filîstiniyên dijminê gelê me şerê Îsraîlê dikirin.

Bube Eser

25.07.2017, Sal | 07:51

Kurd û Îsraîl
Nêrîn Belav bike

Dewr û deman, ev bêje him kêfa min jê re te him jî dema ez li gund bûm, min ev gotin her ji dayika xwe, ji bavê xwe û ji sal mezinên gundê xwe dibihîst. Mirovên berê her gotineke wan, her bêjeyeke wan û her serpêhatiyên wan ji tecrûbeyên wan pêk tê. Çi didîtin, çi bi serê wan dihat, miheqeq li gor wê tiştek ango bêjeyek bi kar dianîn. Niha baş tê digihêjim ku çima wan her dem digotin: "Dem û Dewran"Li gor vê bêjeye min xwest nivîsekê amade bikim û bi we hêjayan re parve bikin.

Dem û Dewran!!!

Em kurdên bakurê Kurdistanê dem û dewrakê bi saya serê sosyalîzma çewt ku çepên tirkan em şaş fêrî wê kiribûn. Wan ew bi zanetî ev kiribûn da ku berjendiya gelê xwe ê serdest biparêzin. Ew li gor berjewendiya dewlete xwe bi kar dianîn da ku kurd bibin dijminê Îsraîla ku qet zerarê wê negihiştibû kurdan.

Dewr û demanek derbas bû. Rol û erkên sosyalîstan(!) kêm bû. Piştî wan vê carê oldar ketin dewrê da ku Kurd berdewamiya dijminatiya Îsraîlê bidomînin. Ew ji bona dewleta dagirker e. Yên vê dikin jî ew bi xwe di xezmeta dagirkeran de ne.

Kurdan ji ber nezaniya xwe dewr û demakê ew kirin ango hin kurdan dijminatiya Îsaîlê dikirin. Di gelek waran de bûne dijminê Îsraîla ku dixwaze kurdistan azad çê bibe. Di wê dem û dewrê de hin kurdên sosyalîstên xwe nezan, li gel Filîstiniyên dijminê gelê me şerê Îsraîlê dikirin.

Ez baş dizanim di wan dem û dewran de, Îsraîliyan hin ji wan sosyalîstên kurd ku şerê wan dikirin, girtin lê ne li wan da, ne jî bi wan êşkence kirin, ne jî xistin zîndanên xwe. Tenê gotin; "Ji ber ku hûn kurd in em ê we azad berdin. Lê vê jî ji bîr nekin ku we kurdan hê doza xwe baş fêm nekirine. Ma çi zerar me gihiştiye kurdan ku hûn li gel erebên dijminê xwe şerê me weke dostekî we ye, dikin?"

Erê bi rastî jî gelo Îsraîlê tu zerarekê day kurdan? NA. Erdê kurdan dagir kirine? NA. Zimanê kurdan qedexe kirine? NA. Kurd koçber û wêran kirine? NA. Komkujî û qirkirina kurdan kirine? NA. Kurd Enfal kirine? NA. Ê baş e hin kurd ji Îsraîliyan çi dixwazin?

Tê dîtin û zanîn ku Îsraîliyan, ji bona kurdên nava xwe û ji bona pêşveçûna wan jî çi lazim be ew kirine û wê dikin. Foklor û muzîka wan bi pêşve dixin, kovar û ronameyan ji bona wan bi zimanê wan derdixin, di şev û şahiyên wan de di qada rêvebiriya dewletê de, beşdarî dikin. Dixwazin kurd jî li ser erda xwe azad bijîn. Ê baş e ma çima kurd divê li dij vê bin?? Sosyalîst neman ango îflas kirin, vê carê jî...

Belê vê carê jî hin oldarên kurd destpêkirine û dijminayetiya Îsraîla ku dixwaze kurdistan azad bibe, dikin. Helbet ew ne bi serê xwe vê dikin. Dewleta dagirker her carekê bi awayekî cûda dixwazin, Îsraîlê û kurdan bikin dijminên hev.

Niha weke kurdekî ez bi xwe gelekî kêfxweşim ku êdî roj bi roj parastina gelê Îsraîl, nerînên wan î delal di nava kurdan de belav dibe. Aha dema kurd vê fêr bibin, hûn bawer bin wê dostan jî qezenc bikin. Bi têgihiştina vê, kurdê xwe fêrî parastina axa xwe bike û xwedî li dewleteke kurd ku wê bê ragihandinê derkev e.

Îro tenê dostekî kurdan di rojhilata navîn de heye ew jî Îsraîl e. Ew Îsraîla ku tim daxwaza wê kurdistaneke azad û serbixwe ye. Ew Îsraîla ku dijminê dijminê min e. Ma ne tê gotin; "Dijminê dijminê min dostê min e". Lê çima hin kurd tênagihêjin û ji bona xatirê dagirkeran xwe û dixwazin gelê xwe bikin dijminê, dostê xwe.

Tişta herî girîng ew e ku bi derengî jî be kurd êdî rastiyê dibînin. Dibînin ku bê dost û dijminê wan kî ne. Dagirkerên me û hin sosyalîst û hin jî oldarên me bi hevre çi dibêjin; Dibêjin, "Em Îsraîla dudan naxwazin". Çima naxwazin? Ji ber ne di berjewendiya dagirkeran de ye. Lê xwezî û hezar xwezî kurdan jî bikarîbana bibana Îsraîla dudan.

Ji ber ku êdî kurd bi rastiyê dihesin, êdî kurdan bi kêmanî jî be dost û dijminên xwe dinasin. Ev jî bi saya ku kurd gav bi gav berbi dewletbûnê de dihare, ye. Nemat û hêjayiyên dewletbûnê ew e ku te bi mejûyê te dide jiyandan.

Pir normal e dema welatê tê digirkirin, mejî û baweriya te jî her tê dagirkirin ku tu weke xwe nefikire, tu weke xwe neke, tu xwe nasneke. Ji bona tu tim kolê wan be. Li hember vê divê karê te çi be? parastina gelê xwe û qezenckirina dostan e.

LÊ hin kurdên sosyalîst û çep çi dikin? Bi zanetî an bi nezanî weke dagirkerên xwe dikin. Vê jî ji çep û oldarê dewletên dagirker li gor îdelojiya Sosyalîst û Olî fêr dibin. Çima sosyalîst û oldarê te vê dikin? Ji ber hê bi mejiyê xwe û bi baweriya xwe nebûne neteweyî.

Armanca dagirkerên me çi ye? Her ew dixwazin dijminê gelê me zêde bibe da ku tu alîkariyê ji dewletên din negire.Ji bona vê jî çi ji dagirkerên me tê dikin. Bi rêya sosyalîstin xwe bi rêya oldarên xwe dixwazin dijminê gelê me zêde bikin.

Niha bala xwe bidinê û bibînin bê çima hin kurd kirin dijminê Îsraîlê? Ji ber ku di rojhilata navînde du (2) dewletên ku bikaribin bibin dostên hev Kurd û Îsraîl e. Çi dema dostaniya wan xurt, hevkariya wan zêde bibe wê roj bi roj dijminên me jî kêm bibin.

Li gor min divê kurd bi her awayî di her cih û warî de dostaniya xwe bi Îraîlê re xurt bike. Ji ber ku Îsraîl xwediyê soza xwe ye. Ji ber ku Îsraîl dostên xwe naxapîne, ji ber ku Îraîlê jî weke kurdan gelek derd û êş ji destê ereban dîtine.

Di gelek waran de gelek tiştên kurd û Îraîlê weke hev in. Ereb, Tirk û Faris dijiminê Kurd û Îsraîliyan e. Madem weha ye divê kurd û îsraîl jî li hemberê dijminên hov, xwînxwar bibin dost, bibin hevkarên hev.

Ew kurdên ku dijminayeta Îsraîlê bikin ew ne xêrxwazê gelê xwe ne. Ew Kurdên di derheqê Îsraîlê de weke dagirkerên xwe bifikirin, ew bi mejiyê xwe, dibe weke dagirkeran. Divê kurd her bêjin; Bijî bratî, dostanî û hevkariya Kurd û Îsraîlê...

Dem û dewran guherî, divê êdî kurd jî fêrî vê yekbê bibin, li gor berjewendiya gelê xwe, li gor parastina erda xwe û li gor neteweya xwe tevbigerin. Ji ber ku dem û dewran ne ya berê ye. Kurdistaneke azad û serbixwe di rê de ye...

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
7298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:28:17

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Dagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x