Dronên Tirkiyeyê 2 otomobîlên PKKê li Sîdekanê teqandin

Dronên Artêşa Tirkiyeyê 2 otomobîlên PKKê li navçeya Sîdekanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve kirin armanc.

26.10.2023, Per - 08:16

Dronên Tirkiyeyê 2 otomobîlên PKKê li Sîdekanê teqandin
Nuçe Belav bike

Qeymeqamê Qezaya Sîdekanê Îhsan Çelebî ev nûçe ji ajansa K24ê re piştrast kir û got: “Artêşa Tirkiyeyê şeva borî 2 otombîl li gundên Bêciwanan û Dasnê yên Sîdekanê kirin armanc. ”

Li gorî zanyariyên Qeymeqamê Qezaya Sîdekanê, ew her du otombîl, ên çekdarên PKKê bûn.

Îhsan Çelebî wiha got: “Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî yên wê êrîşê neyin zanîn, lê ew herdu otomobîl hatine şewitandin.”

Navçeya Sîdekanê ser bi Îdareya Xweser a Soranê ve ye û zêdetir ji 250 gundên wê hene. Li gorî amarên Qeymeqamê Sîdekanê, ji destpêka şerê PKK û Tirkiyeyê û heta niha, 118 gund vala bûne.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:47:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x