Di navbera Peşmerge û Artêşa Iraqê de alozî derket

Piştî ku PKK hêzên xwe ji Şingalê kişand û ew navçe radestî artêşa Iraqê kir, niha hêzên Iraqî dixwazin Mezargeha Şerfedînê li Şingalê bixin bi destê xwe, lê xelkê wê deverê li pêşya wan hêzan rawestiyane.

28.03.2018, Çar - 12:37

Di navbera Peşmerge û Artêşa Iraqê de alozî derket
Nuçe Belav bike

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku hêzeke mezin ji artêşa Iraqê li nêzîkî Mezargeha Şerfedînê belav bûye û dixawze wê Mezargehê bixe bin destê xwe de, lê ji aliyê xelkê deverê ve nerazîbûnek hate nîşandan û rê li ber wê hêzê girtin û diyar kirin, ku ew dixwazin tenê Hêzên Parastina Êzîdxanê li wê deverê bin.

Ji aliyê xwe ve, fermandarê fermandeya Şingalê ya hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo bi riya telefonê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku bi ti awayî ew qebûl nakin artêşa Iraqê derbasî Şerfedînê bibe û got: "Em bixwe karin berevaniyê li xwe bikin".

Herwiha Qasim Şeşo tekez kir, ku Heşda Şeibî, gellek xelkên Sune aniye Şingalê, ku berî niha wan xelkan li gel DAIŞê welatiyên Êzdî kuştine.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, niha danûstandin di navbera xelkê deverê û artêşa Iraqê de hene, daku vê pirsê çare bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1353 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:02:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x