Balafira ku serokê Wagnerê tê de bû ket!

Ajansa nûçeyan a Rûsî TASSê ragihand balafira ku damezrînerê Grûpa Wagnerê Yevgeny Prigojin jî tê de bû ketiye.

24.08.2023, Per - 05:53

Balafira ku serokê Wagnerê tê de bû ket!
Nuçe Belav bike

TASSê da zanîn ku balafir li herêma Tverê ketiye û 10 kesên tê de mirine.

Li gorî nûçeya TASSê Yevgeny Prigojin jî di balafira taybet a ku li Tverê ketiye de bû.

Li aliyê din, hin kanalên Telegramê yên nêzîkî Grûpa Wagnerê îdia kir ku balafir ji aliyê sîstemên parastinê yên artêşa Rûsyayê ve hatiye xistin.

"Balafir ji aliyê Rûsyayê ve hatiye xistin"

Herwiha Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê di derbarê ketina balafirê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Wezaretê ragihandibû ku di encama ketina balafira taybet de û 10 kes mirine.

Hat ragihandin ku balafir, ji Moskovayê diçû Petersburgê û li herêma Tverê ketiye.

Prigojîn bi şervanên xwe yên bipere re 24ê Hezîranê li dijî Rûsyayê dest bi serhildaneke çekdarî kiribû.

Serhildan bi navbeynkariya Serokê Belarûsê Aleksander Lukaşenko bi dawî bûbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:22:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x