Rûsya derbarê Buchayê de bang li civîna Encûmena Asayîşê kir

Balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî daxwaza sazkirina civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê rewşa bajarê Bucha yê Ukraynayê dike ku piştî vekişîna hêzên Rûsyayê bi sedan termên kesên sivîl li cade û kolanên bajêr hatin dîtin.

05.04.2022, Sal - 10:11

Rûsya derbarê Buchayê de bang li civîna Encûmena Asayîşê kir
Nuçe Belav bike

Ukrayna û welatên rojavayî Rûsyayê bi kuştina welatiyên sivîl û encamdana tawa şer li bajarê Bucha yê li bakurê rojavayê Kyivê, tohmetbar dikin.

Roja Duşembê 4ê Nîsana 2022ê Balyozê Rûsyayê li Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzya ragihand ku tohmetên Ukraynayê “çêkirî” ne û got, armanc ji wan îdiayan têkdana navê artêşa Rûsyayê û pêşandana wê bi awayekî “nemirovane” ye.

Piştî vekişîna serbazên Rûsyayê ji derdora Kyivê, hejmarek term ku cilên sivîl li ber wan bûn, li ser cadeyên wan navçeyan û bi taybet jî li bajarê Bucha hatin dîtin ku hinek destê wan ji paş ve hatibû girêdan.

Moskow bi pêkanîna tawana şer hatiye tohmetbarkirin, tevî ku ew bixwe wê yekê red dike.

Di vê derbarê de, Balyozê Rûsyayê daxwaza civîna Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî kir daku demjimêr 10ê roja Sêşembê bi dema New Yorkê (Demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê) were sazkirin jibo bersiva tohmetên Ukraynayê bide.

Vasily Nebenzya got, “Niha eger em bi hûrî berê xwe bidin wan termên li ser cadeyên Buchayê ketine, ku qet berî bicîhhiştina Rûsyayê li wan cihan nebûn û ji nişka ve li ser wan cadeyan hatin xuyakirin, yek bi yek li rast û çepê cadeyan, hejmarek ji wan dilebitin û nîşana zindîbûnê derdixin; hûn nikarin xwe ji wê rastiyê bidin alî ku ev çêkirî ye, sexte ye û bêzarkirina Rûsyayê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 667 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x