Amed: Dîsa ‘tiştek’ bi ciwanên Kurd de teqiya… Birayek mir, yek birîndar e

- Li navçeya Hênê ya Amedê teqemeniyek di destên dû birayan de teqiya.

04.05.2024, Cts - 12:02

Amed: Dîsa ‘tiştek’ bi ciwanên Kurd de teqiya… Birayek mir, yek birîndar e
Nuçe Belav bike

Di encamê de de birayekî ji wan canê xwe ji dest da û birayê din jî birîndar bû.

Bermahiyên şer ên li Kurdistanê û mayînên çandî yên li çar parçeyên welêt gelek caran dibin sedema mirin an birîndarbûna gelek mirovan.

Herî dawiyê doh berê êvarê birayên bi navên Omer Koç (18) û Hamza Koç (16) li zozanên gundê Kotiyê yê Hênê ajelên xwe diçêrêndin lê “tiştek” bi wan de jî teqiya.

Li gorî agahiyan, wan li kêleka rûbarekî “madayeke teqemeniyê” dîtiye û di nav destên wan de teqiyaye.

Di teqînê de Omer Koç li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û birayê wî jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birayê birîndar rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê.

Tîman termê Omer Koç bir Saziya Tiba Edlî ya Amedê.

Hat ragihandin ku her du bira ji navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê ji bo karê ajeldariyê li gel malbata xwe çûne Hênê.

Li deverên çiyayî û çolterên Bakurê Kurdistanê gelek bermahiyên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê hene ku nehatine îmhakirin.

Gelek caran dema zarok wan dibînin bi wan dilîzîn û di encamê de dimirin an jî birîndar dibin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 244 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:14:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x