Baran gelek deverên Bakurê Kurdistanê dide ber xwe

Li gorî pêşbîniyên Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro dê li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare.

17.10.2024, Per - 11:00

Baran gelek deverên Bakurê Kurdistanê dide ber xwe
Nuçe Belav bike

Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê pêşbîniyên xwe yên derbarê rewşa hewayê ragihandin.

Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, dê îro li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê şilî û baran be.

Her wiha pileya germê jî dê 6-12 pileyan dakeve.

Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber îhtimala ba û barana zêde û rabûna lehiyê hişyarî da û ji xelkê xwest ku li gorî wê tebdîrên pêwîst wergirin.

Ji parêzgariya Şirnexê hişyarî

Parêzgariya Şirnexê jî hişyarî da ku li gorî pêşbîniyan dê baraneke gur li bajêr û navçeyên wê bibare.

Li gorî daxuyaniyê, îhtimal e heta êvarî baran berdewam bike.

Parêzgariya Şirnexê her wiha ji xelkê xwest li ji ber îhtimala kombûna avê, lehiyê, birûskê û bayê bihêz baldar bin û tedbirên pêwîst wergirin.

Îro pileya germê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê wiha ye:

Erzirom: 12°C

Qers: 12°C

Meletî: 20°C

Wan: 19°C

Şirnexê: 16°C

Amed: 20°C

Dîlok: 26°C

Sêrt: 22°C

Riha: 27°C

 

Vî nûçeyê tevayî: 63 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:42:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x