Ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyarî hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya barîna baranê û lehiyê da.

21.06.2023, Çar - 06:40

Ji bo 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyarî hat dayîn
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Saziya keşnasiyê, dê li parêzgehên Sêwaz, Meletî û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û Konya, Aksaray, Nigde, Nevşehîr, Kayserî, Enqere, Gîresûn û Ordu yên Tirkiye îro 21ê Hezîranê baran û cih cih jî zîpik bibare.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê dibêje, li gor texmînan baranbarîn dê heta roja Şemiyê 24ê Hezîranê berdewam bike. Li hinek parêzgehan ligel barîna teyrokê egera lehiyê heye û tê daxwazkirin ku aliyên peywendîdar û welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.

Li parêzgehên Sêwaz, Meletî û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê dê dem dem hêza baranbarînê zêde bibe û bi xwe re ba jî bîne. Di heman demê de Saziya Keşnasiyê daxwazê ji welatiyan dike ku bo egera lehiyê, brûsk, zîpik û bahozê hişyar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:24:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x