Li Colemêrgê şer: Birîndar hene

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê li gor îdîayan di navbera eşîrên Pinyanişî û Giravî de şer derketiye û dikanên bazarê hatine talankirin û ji her du aliyan jî birîndar hene.

08.12.2022, Per - 08:12

Li Colemêrgê şer: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin duh 7ê Berfanbara 2022an li navenda parêzgeha Colemêrgê Serokê Rêxistina MHPê yê bajêr Fatih Ozbek bi çekê gule li kesekî reşandiye û piştî wê dikandaran dikanê xwe girtine.

Her wiha li gor îdîayan piştî bûyerê kesekî xizm û pasevanê Serokê Rêxistina MHPê xwe radestî polîsan kiriye û gotiye wî gule berdaye.

Li gor nûçe û dîmenên ku di çapemenî û medyaya civakî de belav bûne, Serokê rêxistina Colemêrgê yê MHPê Fatîh Ozbek bi îdiaya kesê bi navê Nasir Erdalê ku meseleya deynan di navbera wan de heye gulebaran kiriye.

Hat ragihandin ku Îsmaîl Aslan ê xizm û pasevanê Ozbek bû, piştî bûyerê çûye û gotiye ku wî bi xwe gule li Erdal reşandiye û xwe radest kiriye.

Piştî bûyerê li Colemêrgê dukandaran dukanên xwe girtin. Sedema bûyerê heta niha nehatiye zelalkirin.

Hate diyarkirin Nasir Erdal ê ku birîna wî giran e, piştî dermankirina destpêkê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê hat şandin.

Di dema aloziya navbera her du koman de li navenda sûkê bi dehan welatî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku lêpirsîna li ser bûyerê de dewam dike li navenda bajêr ji ber aloziyan camên gelek kargehan zirar dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x