Mûş: Du zarok daliqandî hatin dîtin

Li navçeya Gimgimê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê du zarokên keçik daliqandî hatin dîtin.

19.01.2024, Cum - 07:57

Mûş: Du zarok daliqandî hatin dîtin
Nuçe Belav bike

Xwendekarên pola heştan ên 14 salî yên bi navên P.A. û Z.T. li mala terkkirî ya bavê P.A.yê daliqandî hatin dîtin.

Bûyerê li Taxa Kulturê ya Gimgimê rû da, piştî ku P.A. û Z.T. heta êvarê neçûn male xizmên wan li wan geriyan.

Li gorî nûçeya DHAyê, Cemal A.yê bavê P.A.yê, li mala xwe berdayî her du zarok daliqandî dîtin.

Piştî agahîdayîna Cemal A. tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du zarok mirine.

Termên her du zarokan pêşî veguhastin nexweşxaneyê û ji wê de rê birin Saziya Tiba Dadî ya Mûşê.

Li aliyê din, li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x