PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin

Di 32yemîn salvegera şehadeta wan pakrewanan de, em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

17.09.2024, Sal - 11:38

PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê PDK-Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî, di 17yê îlona sala 1992an de, li bajarê Berlînê, li welatê Almanyayê, li gel endamê Komîteya Navendî û nûnerê derveyî welêt yê PDK-Îranê Fetah Ebdulî, nûnerê PDK-Îranê yê Almanyayê Homayûn Erdelan û dostê PDK-Îranê Nûrî Dêhkurdî,bi emrê dewleta Îranê,  ji aliyê sîxurên Dewleta Îranê ve hatin qetil kirin.

Em Dewleta Îranê careke din jî ji ber vê qetlîama siyasî rûreş û şermezar dikin.

Dewleta Îranê bi îdamkirina pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, bi qetilkirina Dr. Abdûrrahman Qasimlo û hevalên wî, bi qetil kirina Dr. Sadiq Şerfekendî û hevalên wî jî nikarîbû rê li ber doza azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bigre.

Ew alaya ku di îlankirina Komara Mehabadê de, li Meydana Çarçirayê hatibû hildan, îro li Rojhilatê Kurdistanê û li her perçeyekî Kurdistanê bi destê xebatkar, kedkar û têkoşerên doza azadîya Kurdistanê li ba dibe.

Di 32yemîn salvegera şehadeta wan pakrewanan de, em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x