Barzanî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş ligel Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriel de amaje bi serdanên berê yên wezîrên derve û bergîriyê yên Almayayê kir û got, Almanya di dema teng de alîkariya dayê Herêma Kurdistanê û rahênana serbazî bi hêza Pêşmerge kiriye. bi vê boneyê jî spasiya wan dikim.
Ji aliyê xwe ve, Sigmar Gabriel sedema ku welatê wî çek dane Pêşmerge aşkere kir û got: “Qehremaniya Pêşmerge bû sedema ku em çekê bidin wan.”
Herwiha hizra Ewropa û Almaya derbarê şerê li dijî terorê û pirsa koçberan diyar kir û amaje bi hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê kir bo avakirina jêrzemîneya navçêyên rizgarkirî û vegera koçberan û pesna Herêma Kurdistanê da bo wergirtina hejmareke mezin ji koçberan.
Sigmar Gabriel got jî: “Pêwîstiya Ewropa û Almanya bi wê yekê heye ku hevkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin, ku çareke din hizra tundûtûjiyê serî hilneda ev civaka careke din bê avedankirin û aramî li vê navçeyê peyda bibe.”
Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva pirsekê derbarê referandûmê de got: “Kesên ku rexneyên wan hene, baş tênegihêştine vê pirsê, bo wergirtina nêrîna gelê xwe referandûmê dikin û armanc ew e nêrêna gelê xwe bigihînin cîhanê. Ligel Bexdayê guftûgo dikin û dûrî tundûtûjiyê riya aştiyê bo vê pirsê digirin.”
Barzanî derbarê şerê Mûsilê de got: “Berî şerê Mûsilê me plana ya hevbeş ligel Bexdayê danî û rola Pêşmerge di wê operasyonê de hate diyarkirin. Niha li rojvayayê Mûsilê şerekî tund heye, ji ber ku şer ketiye nav kolanên teng yên rojavayê Mûsilê, bo jinavbirina DAIŞê jî, tenê dem maye.”
Herwiha piştevaniya esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî bo hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê girîng nirxand, lê derbarê dana çek bo Pêşmerge de Barzanî got: “Dana çek bo Pêşmerge ne di asta pêwîst de bû.”
Sigmar Gabriel di bersiva pirsekê derbarê helwesta Almanya li ser serxwebûna Kurdistanê de got: “Ew karekî navxweyî ye û pêwendiya wê bi Hewlêr û Bexdayê de heye, dikarin bi hev re diyalogê bikin.”
Derbarê civîna Sigmar Gabriel ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de got: “Ebadî ji min re got, ew têdigihe daxwazên Kurd û ne li dijî wê ne”
Sigmar Gabriel di dirêjahiya axaftina xwe de derbarê serxwebûna Kurdistanê de got: “Gelê Kurd bi xwe biryara xwe dide û Herêma Kurdistanê ji me re girîng e û dixwazin pêşketinên mezin li ser asta zanistî, civakî û pîşesazî bibînin û tundûtûjî nemîne û aştî û aramî peyda bibe.”
Her di vê derbarê de got jî: “Ji Iraq û Herêma Kurdistanê re jêderên dewlemend hene û dikarin pêşketinên berçav bidest bixin.”