Deriyê Navdewletî yê Zet îro bi fermî tê vekirin

Îro deriyê Zêt ê Navdewletî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bi awayekî fermî tê vekirin. Ev yek piştî salekê ji karên berdewam ên çêkirina rêya sereke ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê.

10.05.2023, Çar - 06:05

Deriyê Navdewletî yê Zet îro bi fermî tê vekirin
Nuçe Belav bike

Serperiştiyarê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb berî çend rojan ji K24ê re ragihandibû: “Di merasîmeke fermî de û bi amadebûna berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, di vê hefteyê de dê bi fermî deriyê navdewletî ji geştiyaran re were vekirin.”

Helgurd Şêx Necîb da zanîn jî, di qonaxa duyemîn de jî kar ji bo destpêkirina bazirganiyê tê kirin.

Got jî: “Di kabîneya nehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo bilindkirina asta bazirganiyê karekî cidî tê kirin û sînorê Rêveberiya Xweser a Soranê jî cihekî stratejîk a girîng e. Bi vekirina Deriyê Navdewletî yê Zêt re jî asta bazirganiya li herêmê bi giştî û Mergasorê bi taybetî dê derbasî qonaxeke din bibe.”

Deriyê Navdewletî yê Zêt li navçeya Şêrwana Mezin a navçeya Mêrgasorê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Soranê ve ye û dê bibe deriyekî nû yê navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:26:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x