Fermandeya Hêzên Fransayê: Hêzên Hevpeymanan piştevaniya hêza Pêşmergeyan dikin

Fermandeya Hêzên Fransayê li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Hêzên Hevpeymanan di pirojeyên perwerdeya serbazî ya pêşkeftî de alîkarî û piştevaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin".

03.05.2024, Cum - 10:02

Fermandeya Hêzên Fransayê: Hêzên Hevpeymanan piştevaniya hêza Pêşmergeyan dikin
Nuçe Belav bike

Fermandeya Hêzên Fransayê li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Hêzên Hevpeymanan di pirojeyên perwerdeya serbazî ya pêşkeftî de alîkarî û piştevaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dikin".

Birêveberê Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge Lîwa Nebez Selah duh (Pêncşem, 02.05.2024) bi Şêwirmendê Serbazî yê Artêşa Fransayê li Fermandeya Hêzên Hevpeymanan Kolonel Leonardo Luiz Coppola re civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser pêngavên Wezareta Pêşmerge ji bo bicihanîna bernameya reforma hêzan û dawî pêşveçûnên piroseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge hatine kirin.

Her li dû wê ragehandinê, Kolonel Leonardo giringiya hêzên Hevpeymanan ji bo piştevaniya hejmareke pirojeyan ji piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge re nîşan da, wekî pirojeya perwerdeya serbazî ya pêşkeftî, tevî pirojeya pizişkî û pirojeya cênderê.

Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê hêzeke serbazî ye ku ji çend yekîneyên serbazî yên welatên cuda cuda li cîhanê bi serokatiya Amerîka û Brîtanyayê pêk hatiye.

Nêzî 600 serbazên Fransayê di çarçoveya operasyonên Şamalê de li Îraq û Herêma Kurdistanê ne, wekî pareke hevpariya Fransayê ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ku li sala 2014ê ji bo şerê DAIŞê hatibû damezrandin.

Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x