Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rojnameyeka Almanî re behsa serdana xwe ya Tirkiyê kiribû. Barzanî her wiha li ser hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî axivî û gotibû, ji bona pêvajoya aştiyê baştir e ku Demîrtaş û hevalên wî bên berdan.
Li ser vê mijarê, nûnerê HDPê li Hewlêrê Abid Îke ji BasNewsê re axivî û got, em bi helwest û gotinên Barzanî kêfxweş bûn û hêviya me ew e ku Barzanî peyama gelê kurd bigihîne rayedarên Tirkiyê.
Abid Îke di bersiva vê pirsê de ku gelo niha li Kurdistana Bakûr hêviyek bo aştiyê heye yan na jî got, niha rewşa Kurdistana Bakûr gelekî xirab e, 13 parlamenterên HDPê girtî ne, bajarê Nisêbînê hatiye dorpêçkirin û şer didome ji ber wê jî di rewşeke wiha de aştî pêk nayê. Lê dîsa jî serdana Barzanî bo Tirkiyê gelekî girîng e.
Îke anî ziman ku helwesta Barzanî li ser pêvajoya aştî dilxweşker e û got, ji ber ku 20 milyon kurdên Tirkiyê daxwaza aştiyê dikin. Em hêvîdar in Barzanî li Tirkiyê behsa çareserkirina pirsgirêka kurd bike û peyama kurdan bigihîne rayedarên dewleta Tirkiyê.
Nûnerê HDPê li Hewlêrê da xuyakirin ku têkiliyên Barzanî bi Tirkiye, Fransa, Hollanda û hemû dewletên cîhanê re bihêz e û ev jî cihê serbilindiyê ye û got, Barzanî dikare bi pêgeha xwe û tecrubeyên xwe rolek girîng di berdana siyasetmedar û parlamenterên HDPê bilîze.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê sibê serdana Tirkiyê bike, destpêkê dê bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re û paşê jî bi serokwezîrê wî welatî Bînalî Yildirim re hevdîtin bike.