Hewramî: Ji bo navçeya aram divê ENKS û TEV-DEM yekrêz bin

Perpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di derbarê daxuyaniya Serokê Amerîka ya avakirina navçeya aram li Sûriyê de, ji K24 re ragihand, siyaseta Herêma Kurdistanê zelal e, her tiştê di warê siyasî, aborî û ewlehiya Rojavayê Kurdistanê divê bi yekrêziya di navbera ENKS û TDV-DEMê de were kirin. derbarê navçeya aram de jî, ew biryar li wan herdu aliyan dimîne ku li hev werin û biryarê li ser bidin.

31.01.2017, Sal - 07:33

Hewramî: Ji bo navçeya aram divê ENKS û TEV-DEM yekrêz bin
Nuçe Belav bike

Herwiha Herwramî got: “Heger navçeya aram di berjewendiya Rojavayê Kurdistanê de be, em jî piştgîriya wê bikin, lê heger bibe sedema birîna Rojavayê Kurdistanê û bilindkirina desthilatekê ku ecindeyên dijminê Kurd bicih bîne, em li dijî wê yekê ne.”

Koşka spî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku, Serokê Amerîka Donald Trump û Şahê Siûdiyê di pêwendiyeke telefonî piştgiriya xwe ji avakirina navçeya aram li Sûriye li hev kirin.

Berî çend roja jî Trump daxwaz ji wezareta bergîriyê û derve ya welatê xwe kir, ku planeke di dema 90 rojî de danin, ji bo avakirina navçeyên aram li Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:56:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x