Iraq: Me ligel dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê hejmarek serkirdeyên terorîst desteser kirin

"Hevahengiya hevbeş di navbera Dezgeha Dije Terora Iraqê û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de gihîştiye asta herî bilind."

07.06.2022, Sal - 07:21

Iraq: Me ligel dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê hejmarek serkirdeyên terorîst desteser kirin
Nuçe Belav bike

Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihand, piştî serdan û danûstandinên navbera Dezgeha Dije Terorê û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de gihîştiye asta herî bilind û bi rêya zanyariyên îstixbaratê yên bi hûrgilî û hewldanên hevbeş, hejmarek serkirdeyên terorîst ên ser bi DAIŞê hatin desterkirin.

Navên terorîstên ku Dezgeha Dije Terora Iraqê di daxuyaniya xwe de belav kirine, ev in:

1 – Terorîst Ebû Mihemed, ku niha berpirsê îdarekirina dosyeya kuştin û revandinê ye li parêzgeha Selahedîn – Şirgat, hat desteserkirin.

2 – Terorîst M. E ku navê wî di lîsteya daxwazkiriyên dezgehên ewlehiyê yên Iraqê de ye û postekî gelek hesyar yê rêxistina têkçûyî di destê wî de ye û bi hevahengiya hêzên Dije Terora Kurdistanê li Hewlêrê hat destesekirin.

3 – Terorîst Ebû Aye, alîkarê emîrê serbazî li Felahat – Felluce û proseya desteserkirina wî jî bi hevahengiya ligel hêzên Dije Terora Kurdistanê, li Hewlêrê bû.

4 – Terorîst Ebû Emced, berpirsê dîwanxane û mêvanxaneyên li Zewbe – Wîlayeta Başûr, bi hevahengiya ligel hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê hat desteserkirin.

5 – Terorîst Ebû Fehed, ew jî endamekî beşdar bû di encamdana êrîşa ser dezgehên ewlehiyê û welatiyan de li bakurê parêzgeha Babil û bi hevahengiya dezgehên ewlehiyê yên Silêmaniyê hat desteserkirin.

6 – Terorîst R. R, li serbazgehên bi navê "Wîlayeta Felluce" kar dikir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x