Ji ragehandina Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê Helmet Kêsteyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro demjimêr 19:30ê êvari çaremîn dewreya derçûnê ya derçûyên dibistana Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê dê birêve biçe û di vê dewreya çaremîn de 145 xwandevan dê bawernameya xwe ji çar kolêjên cuda cuda wergirin.’’
Helmet Kêsteyî diyar kir: ‘’Ev ger û dewreya çarem a derçûnê ye, lê me 3 dewre û ger wek merasîm encamdan, ji ber ku salên borî ji ber şewba koronayê du gerên derçûnê li gel yek hatibûn encamdan.’’
herwaha got: Heta naha 520 xwandevan wek bi giştî ji Zanîngeha Amerîkî – Kurdistan li Duhokê bawername wergirtine.