Ismail Bîşikci li Dihokê behsa referandomê kîr

Rewşenbîr û dostê gelê Kurd ê Tirkiyê Ismail Bîşikci derbarê referandom bo serxwebûna Kurdistanê ragehand ku, divê Kurd serxwebûnê bi dest bixin, divê kîmyabarana Helbce jibîrnekin, divê bizanin çawe û çima Enfal hatine kirin, divê (amna Sor )a Silêmaniyê li berçav bigrin.

24.04.2017, Pts - 05:49

Ismail Bîşikci li Dihokê behsa referandomê kîr
Nuçe Belav bike

Do, Yekşeme li hola konfransan a zankoya Dihokê, konfranseke navnetewî zanisî bi rêve çû, tê de danûstandin li ser rewşa Kurdistanê piştî DAIŞê û encamdana referandomê bo serxwebûna Kurdistanê hate kirin.

Li konfransê de Rewşenbîr û pirfisorê Tirkiyê û dostê gelê Kurd Ismail Bîşikçi gotarek derbarê sînor, referandom û serxwebûnê pêşkêş kir, di gotara xwe de behsa rola zankoyê kir û got ku, rola zankoyê bo serxwebûna Kurdistanê gelekî giring e, divê li zankoyan de azadî û derbrîna azad hebe, ji ber ku, ew yeke bingiha civakeke tendirûst bo dewleteke tendirûst û serkeftî ye.

Bîşekcî wiha jî got: "Derbarê serxwebûnê divê Kurd kîmya barana Helebce jibîr nekin, bizanin çawe û çima Enfal hatine kirin, herwiha navenda Asayîşa Silêmaniyê ya serdema Beis(Emna Sor) li berçav be, piştî wan hemû karasatan divê Kurd bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe bin û referandomê encambidin, eger Kurd (amna sor) bibîrbînin wê bizinin çi têde rûdaye û çend kes hatin kuştin, çend kesên din êşkencebûne, bila bîra wê yekê bikin çawe dikarin bêjin yekparçeya xaka Iraqê berdewam be? Nexêr nikarin bêjin belê bo yekparçeya xaka Iraq."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x