KDP.info: PKK'yê aliyên navxwe yên şikestî

Li malpera fermî ya Hizba Demokratik a Kurdistan (PDK) nivîsek derheqa PKK hat weşandin. Li nivîsê PKK wek dagirker hat xuyakirin û nirx li ser PKK'ê hat kirin.

07.03.2017, Sal - 14:02

KDP.info: PKK'yê aliyên navxwe yên şikestî
Nuçe Belav bike

Nivîsa li ser malpera KDP.info hatîye weşandin bi vî şiklî ye:

Pirsgirêka sereke ya PKKê, hizra wê ya xwe ferizkirinê û derxistina xelkê ji malên wan û rêgirtin li çalakiyên siyasî yên partiyên din ên Kurdî ye. Heriwha yek ji taybetmendiyên dagîrkirina cografiye û navçeyên Kurdistanê ye, ku ev bûye sedem ku PKK wek çavkaniya serêşiyê û xapandina xelkê Kurdistanê li herçar perçan, bê naskirin.

Bernameyên PKKê li Bakurê Kurdistanê pir zelal e, ji ber şaşîtiyên PKKê û ji ber tundutîjiya wan, Kurd li wir ji xebata siyasî bêpar mane û ji Parlamentoya Tirkiyê hatine dûrxistin. Şerê xwe birin nava bajêrên Kurdan û çeper danîn û xendeq li nava taxên sivîlan kolandin, lê dema artêşa Tirkiyê hat ser wan, nikarîbin bergiriyê li xelkê û sivîl di bin agirê wê artêşê de hiştin. Lewma jî bi sed hezaran ji xelkê wan bajêran neçar man ku birevin û koçber bibin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, PKK jibilî teror û revandin û rêgirtin li çalakiyên partiyên siyasî, ti karekî din nekirine. Ala Kuridstanê dane ber çavê xwe û yan dişewitînin û yan jî sivkatiyê pê dikin. Bi hêza çekan, xwe bi ser xelkê Rojava de feriz kirine. Bi eşkere xizmeta rêjîma Sûriyê dikin û nahêli ku Kurdên têkoşer ên Rojava vegerin ser mal û warên xwe.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi eşkere dijminatiya hêzên resen ên Kurdî dikin û hizra dijeneteweyî di nava ciwanan de belav dike.

Li Başûrê Kurdistanê cihê serêşiyeke mezin in. PKK rêgir e ji normanbûna jiyana xelkê û karê wan re. Ji ber hebûna PKKê 515 gundên Başûrê Kurdistanê nehatine avadankirin. 304 ji wan li Dihokê ne, 177 li parêzgeha Hewlêrê ne û 34 gund jî yên Silêmaniyê ne, ku hêj ji ber hebûna PKKê xelk venegeriyane wan û jiyan li wir dest pê nekiriye. Pirsyar ev e ku PKK bi çi heqî rê dide xwe ku gund û mal û milkê xelkê Kurdistanê dagîr bike? Niha hemûna wan li Şingalê jî ziyaneke mezin dighîne xelkê wê navçeyê û heta ku ew li wir bin dê rê nedin xelkê ku vegerin ser malên xwe, ji ber ku çekdarên wan nahêlin Şingal bê avedankirin.

Siyaseta PKKê bi dagîrkirina erd û milkê xelkê û gundan, di serî de diyayetiya eşkere ya jiyan û aramiya welatiyên Kurdistanê ye. Ew tişta ku niha jî PKK li Şingalê dike, heman siyaseta wê salên borî bi dagîrkirina 515 gundên Başûrê Kurdistanê ye.
Çavê PKK ji dagîrkirina wan hemû gundên Herêma Kurdistanê têr nebûye û çavê xwe berdaye Şingalê jî, ew jî bi riya alîkariya Beisiyên kefin û caşên ser bi Malikî ve.

Bi giştî PKK û dûvikên xwe nikarîne ti destkeftekê ji bo Kurdan û bi dest bixin, lewma jî dest bi pilanan kirine, ji ber ku ew wek partiyeke pûç hatine naskirin, lewma jî naxwazin ti aliyeke din serkeftinê bi destve bînin.

Di dawiyê de em dibîjin, hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ku ew jî hatine şikestin, eger bêjin emê xwe bi PKK ve kir û bi vê yekê emê rizgar bibin, bila ew aliyêm siyasî piştrast bin ku PKK li hemberî ti Kurdekî bi wefa nabe û dê ew alî di dawiyê de jî ji ber poşmaniya xwe, gezan li tiliyên xwe bidin. Herwiha bila hemû alî jî piştrast bin in ku PKK qet li Başûrê Kurdistanê nikare bibe deselat û ew aliyên siyasî yên Başûr tenê ji ber lawaziya xwe ji wan re li deholê diin.

KDP.info
Vî nûçeyê tevayî: 1592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:57:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x