Kerkûk | Li ser zeviyan şer di navbera Kurd û Ereban de derket

Li Xurmatû li ser zeviyan şer di navbera Kurd û Ereban de derket.

14.05.2022, Cts - 09:15

Kerkûk | Li ser zeviyan şer di navbera Kurd û Ereban de derket
Nuçe Belav bike

Li Xurmatû li ser zeviyan şer di navbera Kurd û Ereban de derket û qaymeqamê Xurmatûyê dibêje ew erdê Kurdan e.

Li gor hat zanîn, li navçeya Xurmatû ya Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê şer di navbera şêniyên gundên Hilêwatî ya Ereb û Tepe Sewz a Kurd de derket.

Qaymeqamê Xurmatûyê Hesen Zeynulabidîn daye zanîn, ew zevî dikeve navbera wan her du gundan û bi salan e ku pirsgirêk li ser heye.

Qaymeqamê Xurmatûyê herwiha eşkere kiriye, ew zevî ketiye rojavayê gundê Tepe Sewz ku hevsînor e li gel zeviyên gundên Hilêwatî ku milkê Weqfa Şîeyan e lê ew zevî yê Kurdan e û ne yê Şîeyan e.

Rêveberê Polîsê navçeya Xurmatûyê Emîd Hisên Elî destnîşan kiriye, polis çûye wê navçeyê û rê nedaye ku pirsgirêk mezin bibe, herwiha diyar kir ku şêniyên her du gundan dozên yasayî tomar kirine û biryar e roja Yekşemê li dadgehê amade bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:35:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x