Li Silêmanî otomobîla endamê berê yê YNKyê teqiya

Li taxa Serçinarê ya Silêmaniyê otomobîlek teqiya.

19.04.2024, Cum - 14:48

Li Silêmanî otomobîla endamê berê yê YNKyê teqiya
Nuçe Belav bike

Ji ber vê teqînê tomobîleke din şewitî û xisar gihişt du otomobîlan.

Nûçegihanê Rûdawê Nizar Ceza ragihand ku otomobîl a Eta Serawî ye.

Eta Serawî endamê berê yê serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

“Ti ziyanên canî nînin”

Kesekî ji Ofîsa Eta Serawî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Kek Eta û kesên pê re ji bo nanxwarinê peya bûbûn.

Piştî ku ew peya bûn otomobîl teqiyaye, ti ziyanên canî nînin.”

Li hêla din, heta niha li ser sedema teqîna wê otomobîlê ti agahî nehatine dayîn.

Vî nûçeyê tevayî: 118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:03:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x