Şandeka Herêma Kurdistanê, ya ku bo komcivîna asayişa cîhanê ya Mûnîxê hatiye vexwandin, îro bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin kir.
Li ser naveroka wê hevdîtinê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji televîzyona K24 re got, di wê hevdîtinê de Ebadî soz da beşek ji arîşeyan çareser bike. Ew dixwaze vê yekê wek niyetpakî bike paşê arîşeyên din jî çareser bike.
Mesrûr Barzanî her wiha got, ji ber wê jî emê li bendê bin ka Ebadî çi dike, gelo sozên xwe bicîh tîne yan na.
Li ser rakirina qedexe û dorpêça li ser firokexaneyên Kurdistanê jî Mesrûr Barzanî got, me li ser wê mijarê jî gotûbêj kir. Ebadî ji me re got ku em amade ne firokexaneyan vekin lê hinek tiştên teknîkî hene, piştî ew tişt bicîh hatin wê çaxê dê firokexane vebin.
Şanda Kurdistanê ya ku çûye Mûnîxê ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên û Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa pêk hatiye.