Mesrûr Barzanî ligel şandeke Hikûmeta Brîtanyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Adara 2023an pêşwazî li şandeke Hikûmeta Brîtaniyayê bi Serokatiya Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkya, Başûrê Asya û Netewên Yekgirtî Lord Ehmed kir.

01.03.2023, Çar - 12:30

Mesrûr Barzanî ligel şandeke Hikûmeta Brîtanyayê civiya
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson amade bû, Lord Ehmed diyar kir ku piştî yekem serdana wî ya li Herêma Kurdistanê, guhertinên girîng, pêşketin û avakirinên berçav li Herêma Kurdistanê çêbûne.

Herwaha got, pêgeheke giring û taybet a Herêma Kurdistanê heye û daxwaza welatê xwe bo zêdetir pêşxistina pêwendiyên li gel Herêmê dûpat kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya berdewamiya piştevaniya Brîtanya ji bo Herêma Kurdistanê kir û kurteyek derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem di warên pirrengkirina aborî, giringîdana bi sektora çandiniyê, hinardekirina berhemên navxweyî bo bazarên derve û dîjîtalkirina xizmetgûzariyên giştî û karûbarên hikûmetê de pêşkêş kir.

Mijareke din a hevdîtinê jî, taybet bû bi girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bû, her du jî alî hevnêrîn bûn ku çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê, di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên cuda yên Iraqê de ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir ku hinek pêşketin û têgihiştineke baş li ser projeyasaya bûdceya federalî heye, bi taybetî ku ev cara yekem e Herêma Kurdistanê beşdariyê di amadekirina projeyasaya bûdceyê de dike. Em hêvîdar in di zûtirîn dem de Encûmena Nûneran a Iraqê wê projeyasayê pesend bike û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gor destûrê bê dabînkirin. Her wiha tekezî li ser serweriya yasayê, parastina aramiyê û berevanîkirin li berdewamiya hikûmetek xizmetgûzar hate kirin.

Her wiha cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan bo cihên xwe, mijareke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x