Mesrûr Barzanî Nûnera nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Tirîfe Ezîz weke Nûnera nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir.

17.07.2023, Pts - 11:17

Mesrûr Barzanî Nûnera nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê destnîşan kir
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Tirîfa Ezîz herî dawî Şêwirmenda Payebilind a Serokwezîr bû. Pêştir jî zêdetirî 25 salan li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di erkên cuda de di sektorên giştî û taybet de kar kiriye. Di salên 1990î de jî Nûnera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Washingtonê bû.

Diyar kir jî, Nûnera berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman piştî 8 salên serketî li Washingtonê vegeriya Herêma Kurdistanê û dê weke Şêwirmenda Bilind a Serokwezîr bo Karûbarên Derve û Guherîna Keşhewayê li Ofîsa Serokwezîr li Hewlêrê kar bike. Pêştir jî ji bo heyama 10 salan Nûneraa Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê bû, herwiha demeke dirêj jî karê rojnamegeriyê kiriye.

Di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye jî, Ofîsa Serokwezîr pîrozbahiyê li her du berpirsan dike û hêviya serkeftinê ji bo berdewamiya xizmetkirina gelê Kurdistanê dixwaze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 709 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x