Mesrûr Barzanî: Pêşwaziyeke germ li serdana Biden bo Rojhilata Navîn dikim

“Ez hêvî dikim Serokê Amerîkayê di gotûbêjên xwe de qurbaniyên xelkê Kurdistanê yên li dijî terorîzmê jibîr neke.”

15.07.2022, Cum - 07:49

Mesrûr Barzanî: Pêşwaziyeke germ li serdana Biden bo Rojhilata Navîn dikim
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez hêvî dikim Serokê Amerîkayê di gotûbêjên xwe de qurbaniyên xelkê Kurdistanê yên li dijî terorîzmê jibîr neke.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez hêvîdar im mafên destûrî yên gelê Kurdistanê li Iraqa Federal werin parastin.”

Herwiha diyar kir: “Hêvî dikim mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, di nav wan de jî sûdwergirtina ji çavkaniyên enerjiyê ku Amerîkayê veberhênaneke mezin di vê sektorê de kiriye, were parastin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ez hêvîdar im mafên me yên destûrî nebin qurbaniya milmilaniya aliyên siyasî yên Iraqê.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Tê bîra min, çend sal berê, me ligel Serok Biden bi hev re gotûbêj kir û rola Biden heye di destkeftên gelê Kurdistanê yên piştî sala 2003yan de, ji wê dema ku kongresman bû û heta gihîşte Serokatiya Amerîkayê, bi awayekî berdewam pabendbûna xwe li hember Kurdistanê nîşan daye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 570 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:49:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x