Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Sersala nû ya zayînî ya 2024ê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmerge yên qehreman, hêzên navxweyî û hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve, li her cihê ku lê bin, li gelên Iraq û cîhanê bi giştî pîroz dikim. Ji hemûyan re saleke tije aramî, xweşî û serkeftinê dixwazim.
Ji ber encamên rewşa siyasî, ewlehî, aborî û pirsgirêk û krîzên din yên li navçe, Iraq û li Herêma Kurdistanê, me saleke dijwar derbas kir ku tê de em rastî gelek metirsî û astengan hatin.
Nakokiyên siyasî yên navxweyî rengvedaneke neyînî li ser şiyan û pêgeha Kurdistanê li Iraqê û derve hebû û bûn sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê nikaribe weke pêwîst şayeste û mafên xwe yên destûrî bi dest bixe. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin paşxistin û di hilbijartinên encumenên parêzgehan de li deverên maddeya 140, bandorên wê yên nerênî xuya bûn.
Berevajî rêkeftinên siyasî û destûrê, tevî hemû gotûbêj, hewl û pêgîrîyan, gelek ji şayeste û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê nehatin dabînkirin. Aştî û aramiya Herêma Kurdistanê çendîn caran bi êrîşên dronan kete metirsiyê.
Pêkneanîna rêkeftinên siyasî û neşandina şayeste û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ji ziyanê pê ve ti sûdê wê ji Iraqê re nabe. Li Iraq û Herêma Kurdistanê divê em hemû bi canê berpirsiyariya hevbeş, hevdûqebûlkirin û yekrêzî û bi diyalog û hevfêmkirinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina krîzan kar bikin.
Bila di sala nû de, li Iraq û Herêma Kurdistanê, em ders û pendan ji rabûrî bistînin û bi hev re ber bi paşerojeke baştir, aramtir û tenatir ve gavan bavêjin. Bila em krîz û kêşeyan bikin derfet û berjewendiya gel û welat bibe armanc û komkara me hemûyan. Iraq bi pêkhateyên xwe ve bihêz û zengîn e û tenê bi yekîtî û bi hevreyî em hemû dikarin serbikevin.
Bi vê helkeftê em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş dê pêwendiyên xwe bi welatên cîran, navçe û cîhanê re pêş bixe. Weke herdem, Herêma Kurdistanê dê weke faktora aştî û aramiyê û hevbeşeke çalak a civaka navneteweyî û landika pirdengî û pêkvejiyanê bimîne.
Em bi hêvî û umêd li paşerojê dinêrin û sala nû li hemûyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2023