Nêçîrvan Barzanî: Îran cîranekî girîng e

Nêçîrvan Barzanî got, “Îran welatekî girîng û cîranekî girîng e.”

14.06.2024, Cum - 16:02

Nêçîrvan Barzanî: Îran cîranekî girîng e
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî li Hewlêrê li hev rûniştin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Barzanî û Elî Baqirî li ser girîngiya pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê axivîne û wan diyar kiriye ku divê pêwendî li gorî hîmê “cirantiya baş” bin.

Her du aliyan aniye zimên ku ew dixwazin hemû pêwendî û bi taybetî jî pêwendiyên aborî û bazirganiyê bi pêş bikevin.

Dema Îranî ji bo ziyaretkirina cihên pîroz diçin Îraqê, Herêma Kurdistanê di deriyên sînorî re karên wan hêsan dike.

Elî Baqirî diyar kir ku Îran ji bo vê yekê spasdarê Herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî jî bal kişand ser pêwendiyên baş ên bi Îranê re û ji bo alikariyên ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Îranê kir.

“Îran cîranekî girîng e”

Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi “pêwendiyên dîrokî” kir û got, “Îran welatekî girîng û cîranekî girîng e.”

Li hêla din, “rewşa giştî ya herêmê” û çend mijarên din jî hatine nirxandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku hinek rayedarên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûne.

Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî îro hat Hewlêrê.

Elî Baqirî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û gelek berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.

Elî Baqirî destpêkê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x