Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li hev civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê li hev civiyan.

13.01.2025, Pts - 10:57

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li hev civiyan
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê li hev civiyan. Civînê saet 09:00an dest pê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh çû Bexdayê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Civîn bi beşdariya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî û Serokê Parlamentoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî pêk hat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

“Em hêvî dikin hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin”

Di daxuyaniyê de amaje bi naveroka civînê hat kirin û wiha hat gotin:

“Nêçîrvan Barzanî tekeziya parastina maf û mercên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kir û pesnê rola Serokwezîr Sûdanî da ku di sala borî de ji bo têgihiştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar kiriye û hêvî xwest ku hemû mijar bi rêya gotûbêjan werin çareserkirin.”

“Helwesteke siyasî li dijî meaşên karmendên Herêma Kurdistanê nîne”

Piştî bi dawîbûna civînê Serokwezîriya Îraqê jî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin mijarên bingehîn ên li ser jiyana welatiyan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku dê îsal hilbijartin bê kirin û wiha hat gotin:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî civînê bû.

Hevpeymaniyê tekez kir ku îsal sala dawî ya xula parlamento û hikûmetê ye.

Divê hemû alî û hêzên niştimanî bi baldariyeke mezin erkên ku di bernameya hikûmetê de li ser hatine lihevkirin bi cih bînin da ku aramî berdewam bike û dezgehên birêveber jî di hemû waran de karên xwe temam bikin.

Hevpeymaniyê piştgiriya xwe ji bo pakêta reformên darayî û aborî yên ku hikûmet pêk tîne nîşan da û diyar kir ku ev reform dê aramiya darayî û aborî biparêzin.

Hevpeymaniyê tekez kir ku ti helwesteke siyasî li dijî meaşên karmendên Herêma Kurdistanê nîne û tenê hin pirsgirêkên teknîkî hene ku bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê û dûrî platforma ragihandinê ya tundrew dikarin bên çareserkirin.

Her wiha di civînê de behsa rewşa Sûriyeyê hat kirin û hat gotin ku Îraq amade ye piştgiriya gelê Sûriyeyê yê bira bike û pêşketinên siyasî jî tên şopandin.”

Nêçîrvan Barzanî dê bi aliyên siyasî re bicive

Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî, Serokê Encumena Dadweriyê ya Îraqê Fayîq Zîdan û Serokê Dadgeha Federal a Îraqê Casim Mihemed Ebûd re hevdîtinan pêk bîne.

Tê çaverêkirin ku Barzanî her wiha bi Serokê Hevpeymaniya Fethê Hadî Amîrî, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî, Serokê Tevgera Hikmetê Emar Hekîm û serkirdeyên din ên Şîe û nûnerên partiyên siyasî re jî hevdîtinan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî van dê bi Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî Emmar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî û çend serkirdeyên din re bicive.

Pirsgirêkên budceyê û mûçe dê bên gotûbêjkirin

Li gorî planan, di serdana du rojî de Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîneke berfireh a birêveberiya hikûmetê bibe.

Hemû aliyên ku di hikûmeta Îraqê de cih digirin dê tevlî wê civînê bibin.

Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkên budce û mûçeyan di civînan de di nav xalên rojevê de ne.

Pirsgirêka budceyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de par mijareke germ bû, îsal jî heman pirsgirêk berdewam dike.

Gelek karmendan mûçeyên meha Kanûna Pêşîn wernegirtine û hîn ne zelal e ka dê ev mûçe bên dayîn.

Li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî dê bi hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî yên din re bişêwire da ku pirsgirêkên derbarê budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike.

Di vê civînê de dê nêrîn û pêşniyarên li ser rewşa Îraqê, pêşketinên herêmê û pirsgirêkên ku pê re rûbirû ne, werin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînan de dê serdana Sûdanî ya hefteya borî ya Tehranê û rûdanên li Sûriyeyê jî werin nirxandin.

Di navbera Bexda û Hewlêrê de mijarên ku li benda çareseriyê ne ev in:

  • Budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê
  • Rêkxistinên yasayî yên hinartina petrola Kurdistanê
  • Pirsgirêkên deriyên sînorî û bazirganiyê
  • Madeya 140î û pirsgirêkên din ên herêmî

 

Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x