Neteweyên Yekbûyî ji bo Kerkûk daxuyanî da

Netewên Yekgirtî (NY) mijara bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê weke pirsgirêkeke navxweyî yê Iraqê dibîne û dibêje, divê Hewlêr û Bexdayê di nav xwe de vê yekê çareser bikin.

08.04.2017, Cts - 10:26

Neteweyên Yekbûyî ji bo Kerkûk daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Cîgirê Berdevkê NY Ferhan Heq ji Rûdawê re got; “Ya yekemîn, em rêzê ji serweriya yekparçebûna xaka Iraqê re digrin. Di encamê de jî ev mijar dimîne ser milê aliyên iraqî. Hikûmeta federalî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê divê bi hevre li ser vê pirsê biryara xwe bidin.”

Derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî Ferhan Heq diyar kir, ev yek jî bi Hewlêr û Bexdayê ve pêwendîdar e.

Ferhan Heq daxuyand; “ Ne rast e ez bêjim di vê mijarê de Neteweyên Yekgirtî aliyekê digre. Em daxwaza gotûbêjê dikin.”

Ev helwesta Sekreteriya Giştî ya NY berovajiyê helwesta Nûnerê NY yê Iraqê ye, ku beriya niha nerazîbûna xwe li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê anîbû ziman.

Derbarê mijara giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de dîplomatkarekî asta bilid a Wezareta Derve ya Brîtanyayê ji Rûdawê re ragihand, ku ew vê mijarê ji bo Bexda û Hewlêrê dihêlin û divê bi diyalog were çareserkirin. Ev yek di heman demê de helwesta Amerîka û Fransayê ye jî.

Lê Rûsya zêdetir ji bo şermezarkirina helwesta Amerîka û hevpeymanên wê behsa rewşa serbazî û mirovî ya Iraqê dikin.

Cîgirê Balyozê Rûsyayê li NY Vladîmîr Safrankov ji Rûdawê re ragihand; “Welatên rojavayî guh nadin wê yekê ku li Mûsilê çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Rêxistina bawerpêkirî ya Xaça Sor jî ev yek piştrast kiriye.”

Rûsya û welatên rojavayî li ser pirsa Iraq û şerê Sûriyê nakok in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1489 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:12:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x