Pêşmergeyekî ji ber birûskê canê xwe ji dest da

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku îro berê sibehê birûskê li Pêşmergeyekî daye.

08.04.2024, Pts - 15:03

Pêşmergeyekî ji ber birûskê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Wezaretê destnîşan kir ku dema ew Pêşmerge li ser erkê xwe bû birûskê lê daye û wî canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, bûyerê saet 06:00ê sibehê li gundê Castanê rû daye.

Hat ragihandin ku navê wî Pêşmergeyî Ebdulxefûr Kewşû Mihemed e.

Ebdulxefûr Kewşû Mihemed ji qezaya Xebatê ya Hewlêrê bû û bavê çar zarokan bû.

Vî nûçeyê tevayî: 140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x