Peyama Serok Barzanî ya sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê

Serok Mesûd Barzanî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyên erdheja îro danê sibê li Tirkiye û Sûriyê kir.

06.02.2023, Pts - 07:42

Peyama Serok Barzanî ya sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe ya li ser Twitterê de wiha got: “Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên erdheja îro danê sibê li Tirkiye û Sûriyê re dixwazim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Her wiha Serok Barzanî jî hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Erdhej ku bi hêza 7.4 pile li pîvera Richterê bû, navenda wê li navçeya Pazarcik a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bû, li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî hat hîskirin.

Heta niha li gor amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîştiye 284 kesan û 2323 kes birîndar bûne. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî nêzîkî 300 kesan canê xwe ji dest dane û bi sedan birîndar hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x