Peyama serokê hikumeta herêma Kurdistanê ji xwepêşenderan re

Serokê hukumeta herêma Kurdistanê peyamek arasteyê xwepêşanderan dike û daxwaz dike bi awayeke aştiyane daxwazên xwe derbirînin.

20.12.2017, Çar - 06:38

Peyama serokê hikumeta herêma Kurdistanê ji xwepêşenderan re
Nuçe Belav bike

Ev jî tiêkista peyamê ye:

Peyam bo xwepêşanderan:

Herêma me niha di rewşeke hestyar de derbas dibe, ez ji daxwaziyên we têdigihîjim û ez hevsoz im li gel we, derbirîna aştiyane ya nêrînan mafekî rewa û demokratêk e, lê tundûtîjî ti demî nayê pesendkirin. Ez daxwaz dikim ku bi aştiyane daxwazên xwe bînin ziman.

Em niha li navçeyeka di tundûtîjî û ne aramiyê dijî de ne, her duh pêşmerge rûberûyê êrîşekî DAIŞê bûn, em ji tevgera hêzên Iraqî li Mexmûrê agehdarin ev yeke jî cihê dilgiraniyê ye.

Dema bi hêz bin dive em yekgirtî û yekrêz bin, ez xweragiya we bilind dinerxînim, rewş dijware û dema borî jî me rewşeke xirbtir derbas kir, ez bawerim emê bi hev re ber bi pêşerojeke baştir biçin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:14:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x