Pêşmergeyên keç ên êzîdî: Em amade ne bo rizgarkirina jinên êzîdî tevlî şerê Mûsilê bibin

Fermandeya pêşmergeyên jin ên êzîdî (Hêza Roj) Xatî Elî Xidir got: pêşmergeyên keç li fermandehiya Şingalê li ser bikaranîna çekên giran hatine perwerdekirin û niha li benda fermana cenabê Serok Barzanî ne da ku ew gund û wargehên Şingalê yên ku di destê DAIŞê de mane, azad bikin.

01.02.2017, Çar - 16:34

Pêşmergeyên keç ên êzîdî: Em amade ne bo rizgarkirina jinên êzîdî tevlî şerê Mûsilê bibin
Nuçe Belav bike

Keçên êzîdî yên ku bûne Pêşmerge, dibêjin, em amade ne ji bona rizgarkirina keç û jinên êzîdî yên di destê DAIŞê de tevlî şerê Mûsilê bibin.

Fermandeya pêşmergeyên jin ên êzîdî (Hêza Roj) Xatî Elî Xidir ji BasNewsê re got, pêşmergeyên keç li fermandehiya Şingalê li ser bikaranîna çekên giran hatine perwerdekirin û niha li benda fermana cenabê Serok Barzanî ne da ku ew gund û wargehên Şingalê yên ku di destê DAIŞê de mane, azad bikin.

Fermande Xatî Elî Xidir her wiha got, pêşmergeyên keç her wiha amade ne ji bona rizgarkirina jin û keç û zarokên êzîdî yên di destê DAIŞê de tevlî şerê azadkirina aliyê rastê yê Mûsilê jî bibin.

Wê fermandeya Pêşmerge anî ziman ku wan amadekariyên xwe kirine û li benda fermana Barzanî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:38:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x