Şaxewan Ebdula daxwaza destpêkirina danûstandinan ji bo danana parêzgerekê Kurd ji bo Kerkûkê dike

Di derheqa bidawîhatina hejmartina dengên taybet di hilbijartinên civatên parêzgehan de, Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê di peyamekê de daxwazê ji tîma Kurdî dike ku bi zûtirîn dem ji bo danana kesekê dilsoz ê Kurd ji bo postê parêzgerê Kerkûkê bi pêkhatên din re dest bi danûstandinan bike.

25.12.2023, Pts - 06:10

Şaxewan Ebdula daxwaza destpêkirina danûstandinan ji bo danana parêzgerekê Kurd ji bo Kerkûkê dike
Nuçe Belav bike

Duh (Yekşem, 24ê Berçileya 2023ê) Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula ragehand, “Îro piştî bidawîhatina cudakirin û hejmartina dengên taybet li tevaya parêzgehên Îraqê, ez dixwazim rabigehînim ku dawî car kursiyên Kurdan ji bo hilbijartinên civatên parêzgehan li deverên derveyî Herêma Kurdistanê wekî pêdivî û li astê xwesteka xelkê Kurdistanê bi giştî û Kurdistaniyên wan deveran bi taybetî nebû”.

Şaxewan Ebdula amaje da, “Sedema wê hunerî be yan mijara rêkxistinê be yan jî xemsarî be, tevî ku piştî 2005ê ev cara yekê ye Kurd ji nîva kursiyên Kerkûkê kêmtir dibin, lê ya giring ew e ku Kurdan karî wekî pêkhat piraniya kursiyên civata parêzgehê bibin û li rêza yekê bimînin”.

Di pareka din a peyama xwe de Şaxewan Ebdula daxwaz kir, “Bi zûtirîn dem tîma Kurdan ji bo danûstandinan bi pêkhatên din re ji bo danan kesekê dilsoz ê Kurd wekî parêzgerê Kerkûkê û postên din ên giring li Mûsilê û bajarên din dest bi karî bikin û bernameyeka baş a tevalî ji bo wan deveran dabinin û bi pêkhatên din re danûstandinan bikin.

Cîgirê Serokê Perlemana Îraqê spasiya welatiyên Kerkûkê û tevaya deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir ku dengê xwe ji bo parastina nasnameya wan deveran da.

Di derheqa kêmbûna dengan de jî Şaxewan Ebdula hêvî kir ku hemî aliyan mifa ji xeletiyên xwe wergirtibe û nivîsiye, “Sedema kêmbûna dengên Kurdan jî her kes û aliyek be, dê sizayên xwe yên partatî û qanûnî werbigire”.

Roja Sêşemê, 19ê Berçielya 2023ê, Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê encamên berahiyê yên civatên parêzgehan ragehandin û li Kerkûkê aliyên Kurdî piraniya dengan wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x