Serok Barzanî û Alina Romanowski civiyan

Serok Mesûd Barzanî duh duşemê 11ê Îlona 2023an li Selahedîn pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski û şanda pê re kir.

12.09.2023, Sal - 07:06

Serok Barzanî û Alina Romanowski civiyan
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de derbarê rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê û asteng û giriftên li ber peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal û piştbestina bi diyaloga bi navê çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Hat diyarkirin ku di vê hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi mebesta berdewambûna wan ya li guftûgo û danustandin û gihîştina bi çareseriyeke guncaw bi taybetî li babeta budce û kêşeyên helawestiyên din.

Herwiha Balyozê Amerîka dilgiraniya xwe ya li ser girjî û rûdanên Kerkûkê û qurbanîbûna welatiyan derbiriye.

Her di derbarê vê babetê de Serok Barzanî piştevaniya xwe bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî dûpat kiriye û ragihandiye ku guftugoyên ji bo gihîştina bi çareserkirina kêşeyan berdewam dibê û her wiha tekez jî li wê yekê kir ku çaverêya ewene ku hengavên pêwîst bê avêtin ji bo rastkirina rewş û parastina aramiya Kerkûkê û li ber girtina rêkarên yasayî li beranber wan kesan ku bûne sedema anîna alozî û rijandina xwîna welatiyên Kerkûkê.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, rewşa siyasiya navxweya Herêmê û peywendiyên di navbera PDK û YNK û pêwîstiya hevdengiya navxweyî ya Herêmê û çareserbûna kêşeyan mijarên dinê vê civînê bûne û Serok Barzanî tekez li wê yekê kiriye ku li piştevanîkirina ji bo çareserbûna giriftên navxweyiyên Herêmê kêmasiyê nake û bi pêwîst zanî rêya diyalog û nermiya ji bo çareseriya giriftên di navbera her du aliyan li ber bigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:24:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x