Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdaya paytexta Îraqê.

22.02.2025, Cts - 10:44

Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî giheşte Bexdaya paytexta Iraqê. Barzanî dê beşdarî 7. Konferansa Diyaloga Navdewletî ya Bexdayê bibe.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Mihemed El Hesen jî di nava kesên beşdarî konferansê bûne.

Konferansa ku wê îro dest pê bike, bi temaya "Ragihandina ji bo pêşketin û aramiya herêmê" tê organîzekirin.

Dê du rojan bidome û li ser geşedanên herêmî û navneteweyî bisekine.

Di danişînên roja yekem de dê mijarên wek Projeya Rêya Geşepêdanê, beşdariya wê di ewlehî û aramiya navçeyî, kêşeyên ku rûbirûyê wê dibin, û rola Iraqê di dabînkirina ewlehiya navçê û bandora wê li ser aramiyê gotûbêj bikin.

Dê civîneke taybet li ser rola elîta rewşenbîrî di avakirina paşeroja Iraqê de were lidarxistin.

Konferans ji bo pevguhertina nêrînan li ser mijarên herêmî, pêşvebirina yekbûna aborî, xurtkirina pêşkeftina domdar û piştgirîkirina aramiya siyasî platformek girîng peyda dike.

Vî nûçeyê tevayî: 115 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:35:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x