Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî êrişa li Misrê şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa duh a li Misrê şermezar kir, ku di wê êrişê de hejmarek welatiyên Mesîhî bûbûn qurbanî.

03.11.2018, Cts - 09:01

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî êrişa li Misrê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê ragihand: “Berdewamiya karên terorîstî yên DAIŞê, civaka navdewletî dixe ber berpirsyariyeke mezintir.”

Duh di êrişeke çekdarên DAIŞê bo ser otobusekê de ku hejmarek welatiyên Mesîhî vediguheste, li nêzîkî Dêra Enba Samuel a li parêzgeha Mînye ya Misrê, 7 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Em bi tundî wê êrişa terorîstî şermezar dikin ku duh roja înê bi awayekî gelek hovane ser otobuseke sivîl li parêzgeha Minye ya Misrê hat kirin û têde hejmarek welatiyên Mesîhî canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Em sersaxiya xizmên qurbaniyan û gel û hikûmeta Misrê dixwazin, em hevsoz û hevxemê wan in. Xwedayê Mezin sebrê bide û qurbaniyan bide ber bexşandina xwe. Em hêviya şîfayê ji bo birîndaran dixwazin.

Encamdana vê tawanê ji aliyê DAIŞê ve, wê rastiyê nîşan dide ku têkbirina leşkerî ya terorê li bereyên şer û jêstandina axê bi tena serê xwe ne bes e û berdewamiya karên terorsîtî, civaka navdewletî dixe ber berpirsyariyeke mezin a yekxistina tawanan û hevahengiya zêdetir ji bo jinavbirin û nehiştina terorê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

3/11/2018

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1028 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:25:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x