Yekgirtû: Me li Îranê behsa serxwebûnê kir

Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behadîn naveroka hevdîtinên xwe bi rayedarên Îranê re eşkere kir.

16.02.2017, Per - 10:10

Yekgirtû: Me li Îranê behsa serxwebûnê kir
Nuçe Belav bike

Emîndarê giştî yê Yekgirtû Selahedîn Behadîn duh li Tehranê bi serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û şêwirmendê rêberê Îranê di siyaseta derve de Ekber Vilayetî hevdîtin kiribû.

Selahedîn Behadîn, îro vegeriya Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li ser naveroka hevdîtinên xwe bi rayedarên îranî re daxuyanî da.

Behadîn diyar kir ku di hevdîtinan de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û mafê diyarkirina çarenivîsê kiriye û got, min ji berpirsên îranî re got ku kurd jî mîna her gelekî mafê wan heye çarenivîsa xwe diyar bike, helbet bi rêbaz û rêkên qanûnî û navdewletî.

Emîndarê giştî yê Yekgirtû di bersiva vê pirsê de ku gelo Barzanî ji peyama xwe ya pêkanîna guhertinê di sîstema rêveberiya Kurdistanê de poşman bûye jî got, tiştekî wisa tine û Barzanî ji peyama xwe poşman nebûye. Lê divê gav bên avêtin. Min daxwaz ji Barzanî kir ku divê PDK pêşengtiyê bike û nermiyê nîşan bide ji ber ku pêwîstiya vî karî bi toleransê heye.

Li ser raporta çaksazî û gendeliyê, ya ku duh ji aliyê Serokatiya Kurdistanê ve hat belav kirin jî Selahedîn Behadîn got, her çiqas biçûk be jî dîsa baş e. Girîng ew e pêk were û bidome. Em hêvîdar in ew tiştên ku hatine gotin bicîh bên.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:39:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x